Ev çend roj in di medyaya sosyal da gotegotek heye, dibêjin heta du mehên din Amerîkayê leşkerên xwe ji Kurdistana Rojava vekişîne.
Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî ne rast e, heger Amerîka vekişe ewê dev ji
piştgiriya kurdan berde ya jî bernede, hîn ne diyar e.
Bêguman zû dereng Amerîkayê rojekê vekişe. Lê ev yek ewê destihlata
kurdan a li Kurdistana Rojava têk nebe. Ev xeyala tirkan ewê tu carî bi cî neyê.
Amerîka li Kurdistana Rojava bimîne, nemîne, tiştên kurdan ava kirine ewê bimînin. Bi hebûna Amerîkayê ava nebûn, bi çûna Amerîkayê jî ewê xera nebin.
Cin carê ji şûşê derketiye, tîr ji kevên pengizîye, bi paş da nayê.
Tu kes, tu hêz nikane hukûmeta kurdan têk bibe.
Ne kurd, ne jî dinya tiştekî wiha qebûl nake. Sûriya nikane êrîşî kurdna bike.
Tirkiye êrîş bike ewê li zirarê derkeve, kurd ewê veqetin.
Li Foruma Silêmaniyê a 9´a rojnamevanan mesela fekişîn aleşkerên Amerîkayê ji
Îlham Ehmed xanimê pirsîne, gotine heger Amerîka vekişe pilana we çî ye?
Îlham Ehmedê gotiye:
“Carinan agahiyên bi vî rengî belav dibin, dibêjin Amerîka ewê vekişe.
Ev çend sal in em di çarçoveya Koalîsyonê da li hemberî
DAIŞê şer dikin.
Me di mijarên xweparastin û siyasetê da tim û tim pişta xwe
bi hêzên xwe qewîn kiriye û ji niha û pê ve jî ewê hilbijartina me ewê ev be.”
Yanî kurdan tim baweriya xwe bi xwe, bi hêza xwe anîye, pişta xwe tim sipartiya
hêza xwe, Amerîka here jî ewê eynî tiştî bikin.
Ya herî rast û dirist jî ev e. Lê ev nayê maneya hewcedarîya kurdan bi
alîkarîya derve tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar