17 april 2025

Îran hîn jî di devê topê da ye

Li gorî rojnameya The New York Timesê (NYT) nivîsîye, Îsraîl dixwaze di meha gulanê da êrîşî Îranê bike, pilana êrîşê pêşkêşî Amerîkayê kiriye, lê Donald Trump ev daxwaza Îsraîl red kiriye, hinek molet xwestiye.

Alîkarê Donald Trump, JD Vance  li ser vê meselê gotiye, heger danûstendinên bi Îranê ra têk biçin, heger Îran şertên wan qebûl neke, wê demê Trump kane piştgiriyê bide êrîşa Îsraîl.

Yanî meriv kane bibêje Îran hîn di devê topê da ye, heger mele neyên ber ben, Amerîka û Îsraîl ewê çekên Îranên ên atomî îmha bikin.
Di êrîşeke wiha da kane şer derkeve û aqûbeta Seddam bibe aqûbeta Elî Xameney û Mesûd Pezişkîyan. De şalê wer bibe, aqûbeta Seddam Husên  bibe ya Elî Xameney jî, yê viya nexwaze bira ji herdu çavan kor bibe.

XXX

Heyetên Tirkiyê û Îraqê îro li Bexdayê dicivin. Alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Nuh Yilmaz serokatiya heyeta Tirkiyê dike.

Li gorî medyaya tirk nivîsîye mijara civînê ya esasî, Tirkiye û Îraq li hemberî kurdan û PKK´ê ewê çawa bi hev ra hereket bikin.

Tirkiye dixwaze Îraq, Sûrîye û Îran li hemberî kurdan bi Tirkiyê ra bin, piştgriya hev bikin, nehêlin li tu beşekî Kurdistanêk kurd azad bibin. Madeya 1´ê ya rojeva wan Kurdistana rojava ye.

XXX

Yekî gotiye, ”ez ji zarok fêrî tebesumê, ji pisikê fêrî huzûrê, ji kûçik fêrî dostanîyê bûm. Fêmkirina însên hedê min derbas kir.”

Însan jî wek zêr xwedî eyar in, dibê meriv eyarê wan bizanibe, li gorî wê qîmetê bidê.

Hin însan 24 eyar in, hinek jî di binê 14 eyarî da ne. Ji bo ku meriv kanibe wan ji hev bigerîne gerek meriv serraf be.

Di pîyasa me de kesên ne 14 eyar in xwe wek zêrê 24 eyar difroşin kurdan. Çi heyf bikirên(mişterîyên)saf, nezan pir in, dikirin.

XXX

Endama Komîteya Amadekar a Konferansa Netewî Sema Begdaş ji kanala Rojava Tv ra gotiye Konferansa Netewî ya nabêna kurdên Kurdistana Rojava hatiye bipaşxistin.

Ev xebereke pir ne xweş e. Dîyar e di nav me da zilamên dijminên me hîn xurt in, nahêlin kurd yekîtiya xwe îlan bikin. Tiliya Tirkiyê di vî îşî da heye. Bi riya zilamên xwe nahêlin konferans çêbibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar