Nexweşîya Sirri Surreya Onder siyasetmedar û serokên kurd û tirk bizandin.
Li Tirkiyê cara pêşî ye ji bo nexweşekî siyasetmedarên tirk û kurd bi hev ra vê qiyametê radikin. Sirri Sureyya Onder do ji dilê xwe emelîyat bû. Jê ra
şifayê û silametiyê dixwazim. Hêvîd ikim zû baş bibe.
Ji do da ye siyasetmedarê, serokê, partîya li ser nexweşiya Onder beyan belav nekiribe, jê ra şîfa nexwestibe tune ye.
Recep Tayyip Erdogan du cara telefonî Perwîn Buldan xanimê kiriye, rewşa Onder jê pirsî ye.Selahetîn Demirtaş ji girtîgehê nivîseke dirêj belav kiriye.
Serokkomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gulê ji zûda ye wenda bû, ew jî derketiye meydanê, çûye nexweşxanê, bi serokên partiya DEM´ê ra ketiye têkiliyê û di heqê nexweşîya Onder da agahî girtiye.
Wek Erdogan emelîyat bûbe berdevk û giregirên dewletê giş ketine teyaquzê, li Onder miqate ne, li ser wî pir dizikzik in. Dîyar e mêrik merivekî dewletê yê pir muhîm e.
Yanî meriv kane bibêje emelîyata Sirri Surreya Onder serok û siyasetmedarên tirk û kurd hemû rakirine pêdarê, ew bizandine, ji ber nexweşxanê venaqetin.
Li gorî Rûdaw nivîsîye, ”gelek peyamên piştgiriyê ji Onder re tên şandin.”
”Beyanên piştgiriyê” çawa ji kesê nexweş ra tê şandin min fêm nekir. Mêrik ne di şer da ye, nexweş e.
Meriv ji kesê nexweş ra şîfa xêrê dixwaze, şandina”beyanên piştgiriyê” cara pêşîye dibihîzim.
Ne sîyasetmedarên tirk û kurd tenê, heta bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî beyana piştgiriyê belav kirine, ew jî rewşa Onder ji nivîzîk va taqîb dikin.
Li gorî xebera malpera Rûdawê:
”Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî jî rewşa Onder
ji nêzîk ve dişopînin û bi rêya telefonê peyamên piştgiriyê ji berpirsên DEM
Partiyê re ragihandin.
Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî derbarê rewşa tenduristiya
Onder da agahî wergirtin û hestên xwe yên piştgiriyê parve kirin.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê Nêçîrvan Barzanî û Serok
Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendi bi berpirsên DEM Partiyê re danîne û ji wan
hêviya başbûnê xwestine.
Her wiha hat ragihandin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp
Erdogan jî du caran telefonî Pervîn kiriye û jê agahî wergirtiye, gotiye
"Her tiştê pêwîst dê were kirin."
Ji piştgiriyeke berfireh ji partiyên siyasî.
Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî, Serokê CHP´ê Ozgur Ozel, Serokê
ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu, Serokê Partiya Seadetê Mahmut Arikan, Serokê
Partiya DEVA´yê Alî Babacan û gelek kesayetiyên siyasî jî bi peyamên xwe
piştgirî dan.”
Dîyar e Sirri Surreya Onder him ji bo dewleta tirk, him jî ji bo hin kurdan merivekî pir muhîm e, lema hewqasî ketine panîkê.
-Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hêviya başbûnê ji Onder re xwest
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar