16 april 2025

Dîwarê hewşa Vîctor Hûgo


Vîctor Hûga di saxiya xwe da jî li welatê xwe Fransayê meşhûr bû, xelkê, feqîr û belengazan jê pir hez dikirin. Xwezî bi dilê wî nivîskarî di saxiya xwe da vê hezkirinê bibîne, bijî.

Serpêhatîyeke Vîctor Hûgo a bi nav û deng heng heye. Gelek kesan ev serpêhatîya wî bihîstiye.
Lê miheqeq hinekên nebihîstine hene. Serpêhatîya wî  bi xwe qal kiriye wiha ye:

Rojekê rojnanevanek ji Vîctor Hûgo diperse:
-Heta nuha berhemên te pir hatin ecibandin, rexneyên pir pozîtîf li wan hatin girtin. Pesnê te pir hat dayin. Di nava wan da kîjanê tu pir kêfxweş kir?
Vîctor Hûgo gotiye:
-Şeveke zivistanê bû, berf dibarî. Min bi nas û dostan ra xwaribû, vexwaribû. Ez peyadî diçûm malê. Lê mîzê dabû ser min, min dikir bi xwe da bimîsta.
Bi lez min xwe gîhand ber derîyê bexçê mala xwe. Derî girtî bû. Ji bo ku derî li min veke bi dengekî bilind min ban xizmetkarê xwe kir, ”Îgooooor”!
Min çend caran ban kirê, Îgor ez nebihîstim.
Torbê min ê îdrarê bi qasî Okyanûsa Antlantîk mezin bûbû. Hindik mabû ez bi xwe da berdim.
Extîyarîyê wiha ye. Ji bêçaretî min xwe nêzî dîwarî bexçe kir. Min bala xwe da derdora xwe, kesî xuya nedikir.
Min qumçeyên(bişkokên)pantorê xwe vekir, dest bi mîstinê kir.
Tam di vê esnayê da erebeyeke hespê li pişt min sekinî. Min xwe tevnedilivand, bi bêdengî dimîst.
Mêrikê erebecî bi dengekî mişt nefret bi ser min da qîriya:
-Hey bêedebê lawê qehpê…!
Ew dîwarê tu pê da dimîzî, dîwarê nivîskarê romana ”Kesên Belengaz(Les Misérables)” Vîctor Hûgo ye!
Di jiyana xwe da carê pêşî bû min gotineke hewqasî xweş, mişt îltîfat dibihîst.

Xwezî bi dilê wî nivîskarî li welatê xwe hewqasî were hezkirin... 

Frasnsizan hewqasî ji Vîctor Hûgo hez dikirin, di 22´yê gulana 1885´a da ji du milyonî zêdetir însan beşdarî merasima cezazeyê wî bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar