15 april 2025

Ji me ketine bi me ketine


Dêlegurekê ders dida çêlikên xwe, ji wan ra qala talûkeyên jiyanê dikir. Kerîyê pez nîşanî wan da, got, goştê wan pir xweş e. Dûra jî şivan nîşan da, got:

-Xwe ji wî biparêzin, derba çoyê wî pir pîs e. Dibê hûn hevza xwe jê bikin.
Kûçikê kerî bi ber çavê çêlikekê ket, bi meraq kûçik nîşanî diya xwe da, got:
-Dayê, evê hanê pir dişibe me.
Dêlegurê keserek kûr kişand, got:

-Şîrîna min, çaxa hûn wî dibînin birevin. Jixwe me çi kişandiye, çi hatiye serê me ji ruyê wan da ye; dişibin me, lê ne ji me ne.

Me kurdan jî çi kişandibe ji ruyê xayintîya xayinên me ne; ji me ketine bi me ketine, bûne rêber, aqilmend û şervanên dijmin. Yên pişta me şikandine ew in.

XXX

Selîm Cibilgrawîyê hêja li ser bandora teknolojiya nuh, pêşketina medyaya sosyal û kîmbûn û bi paşdaçûna xwendinê nivîseke muhîm nivîsîye. Nivîseke muhîm e, bala dikşîne ser mijareke pir girîng.

Di nava xortan da xwendin kêm dibe, xort li podcastan, li Tîk-Tok û vîdeoyên kin temaşe dikin, nivîsên kin dixwînin. Kitêban, nivîsên dirêj, kovaran naxwînin. Însan hêdî hêdî nivîsandinê jî ji bîr dikin.

Dibê meriv çi bike?

 XXX

Dîk pir nexweş bû, nikanîbû ciyê xwe raba, nikanîbû ji pînê derkeve.

Mirîşk, çêlikên wan ketibûn panîkê, ditirsîyan dîkê roja din nikanibe sibê rabe azan bide.

Çimkî gişan wer bawer dikir heger dîk azan nede roj ewê hilneyê. Bi ya wan hilatina rojê girêdayî azan dîk bû.

Bû sibe. Dîk nikanîbû ji nav nivînan rabe, derkeve derve azan bide.

Lê roj wek her tim dîsa hilat, tîrêjên zêrîn xwe bera erdê da, her der ronî kir.

Mirîşkan fêm kirin dîk azan nede jî roj hiltê.

Li dinyayê însanên ji mirîşkan jî xerabtir hene, nikanin fêm bikin tu merivê dewsa wî tije nebe tune ye. Tarîx valahiyê qebûl nake. Hinek tên, hinek diherin. Jiyan dom dike.

XXX

Di jiyanê da sê tişt hene heger carê ji destê meriv herin careke din bi paş da nayên: Wext, gotin û fersend.

Dibê meriv wexta xwe vala, bi tiştên pelapûçî heder neke, bi devê xwe kanibe, gotinên zêde nebêje û fersendên tên ber nigê meriv nigê xwe lê nexîne.

XXX

Bala xwe bidinê serokê Fransayê Macron çi qedir û qîmeteke mezin daye Nêçîrvan Barzanî. Wek serokê dewleteke pir mezin pêşwazî lê kiriye.

Dibê em vê dostî û dilsoziya Macron tu carî ji bîr nekin. Ev pêşwazîya Nêçîrvan Barzanî ya wek serokê dewleteke mezin nîşana dostîya bi miletê kurd ra ye. Dibê em kurd viya wer fêm bikin.

Sipas Emmaneul Macron, miletê kurd vê camêrî û qedirşînasiya te ewê tu carî ji bîr neke, tim bişêkirîne, te tim bi hezkirin bi brî bîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar