14 april 2025

Piştî 100 salî dibê kurd miheqeq cenazeyên şehîdên xwe bigrin !

Serokê Hereketa Azadî Xalid Begê Cibrî, mebûsê Bedlîsê Yûsif Zîya Beg, birayê Yûsif Zîya Beg tegmen Alî Riza beg, zavayê Yûsif Zîya Beg Faîq Beg û Mele Evdirehman 100 sal berê di 14´ê nîsana 1925´a da(14/4-25)da biryara îdamkirina wan li Bedlîsê ji alî rejîma kemalîst a faşîst va hat înfazkirin.

100 sal di ser îdamkirina wan ra derbas bûye dewleta tirk, hukûmeta AKP´ê hîn jî gorrên wan û ya Şêx Seîd û 47 welatparêzên pê ra hatin îdamkirin nîşanî malbatên wan nedane.
Ev zulm û hovîtiyeke mezin e, sûcekî li dijî însanîyetê ye.

Piştî 100 salî dibê cenazeyên van şehîdên Kurdistanê bidin malbatên wan.

Piştî 100 salî nedana cenazeyên van şehîdên Kurdistanê nemirovîyeke bêemsal e, numûneyeke wiha li tu dera dinyayê tune ye.

Îranê jî Qazî Mihemed û gelek serokên kurdan bi namerdî xistin kemînê û îdam kirin. 

Lê termên wan wek tirkan veneşartine, gorra Qazî Mihemed û hevalên wî li gorrostana Mahabadê ne. Kurd her her roj diherin ziyareta gorrên wan.

Tirkan heta nuha cenazeyên yek serokê kurd jî nedane. Termê Seîdê Kurdî ji gorra wî derxistin, birin li derekê veşartin. Ew jî hîn nîşanî kurdan nedane.

Gorra Seyid Riza û lawê wî jî hîn nîşan nedane.

Malbatên van şehîdên Kurdistanê û partiyên kurdan dibê zorê bidin hukûmetê, îsal miheqeq cenazeyên Xalid Beg, Yûsif Beg, Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî ji wan bigrin û gorrên wan çêkin.

Parlamenter û wezîrên AKP´ê yên kurd jî dibê vê daxwazê ji Erdogan bikin. 

Dibê kurd zorê bidin van kurdên bûne zilamên Erdogan û dewleta tirk, qet nebe bira carê fêda wan bigihîje miletê wan jî.

Şerm û rûreşiyeke mezin e meriv parlamenter û wezîrê hukûmetekê be lê ciyê gorra kalên xwe, mezinên xwe bizanibe; vê daxwazê ji hukûmetê neke.

Xalid Begê Cibrî, Yûsif Zîya Beg, Faîq Beg, Mele Evdirehman, Şêx Seîd û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim. Ew nemir in, ewê tim di dilê me da bijîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar