Alî Şerîatî li ser misilmanên bi erebî nizanin, ji Quran û ayetên dixwînin tiştekî fahm nakin gotineke rast û xweş gotiye:
-Yê dixwîne ji tiştê dixwîne fahm nake. Yê guhdarî dike ji
tiştê lê guhdarî dike fahm nake.
Li dawiyê çi dimîne?
Ma dengê hafiz xweş bû?
///Ali Şerîatî
XXX
Tirkan bi salan li zulm û neheqiyên li kurdan, li
siyasetmedarên kurdan dibûn temaşe kirin, gotin çi ji me ra, kêfa xwe jê ra
anîn.
Lê nuha dor hatiye wan, îcar ew tên girtin. Dema
siyasetmedarên kurd yek bi yek hatin girtin, beledîye yek bi yek ji destê wan
hatin girtin dibê we lê temaşe nekira.
XXX
Çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez nizanim, li ser navê Îskenderê
Mezin anekdotek heye.
Dibêjin wezîrekî Îskender hebûye, tu carî kêmasîyek, şaşîyek
Îskender jê ra nedigotiye, her karê wî rast didîtiye, tesdîq kiriye.
Rojekê Îskender ban kiriyê, jê ra gotiye:
-Hewcedarîya min bi te tune ye.
Wezîr gotiye:
-Çima hukumdarê min?
-Çimkî ez jî beşerek im. Hewqas wexte tu li ba min î, heger
te rojekê jî kîmasîyeke min, şaşîyeke min nedîtibe ev tê maneya tu merivekî
cahil î.
Na heger te kêmasîya min dîtibe, lê te bincil kiribe, wê
wextê jî tu merivekî xayin î.
Çîrokek xweş, meriv jê dersê digire. Kê li hev anîbe ne muhîm e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar