13 april 2025

Bi vî aqilî misilman ewê tim motajî xelkê bin

Welatên îslamî him, civatên misilman bi kêrî tiştekî nayên, nikanin îcadeke herî biçûk bikin, nikanin bisqilêtekê çêkin, him jî ji îcad û keşfên xiristîyanan naşêkirînin, nabêjin mala we ava be !

Mêrikan cîhazeke 200 xiramî bi navê telefonê çêkirine, kirine bêrîka me.
Tu li ku dera dinyayê bî, dixwze li hundur bî, dixwazî li derve bî, di keştiyê da, di tirênê da, di otobozê da, di erebê da bî, ya jî li hespê bî ferq nake, meriv bi hev ra dipeyive û rismê hev dibîne. Rismê xwe digire, ji hev ra dişîne.
Him jî gişk belaş e.

Heger tu naxwazî bipeyivî, tu kanî binivîsîne, telefona xwe wek kompîtorê bi kar bîne.

Him radyo ye, him telewîzyon e, him teqwîm e, him telefon e, him qutîka muzîkê ye, him pûsila ye, him makîna risma ye, him fîlma nîşan dide, him aleta navîgasyonê ye, him makîna hesab e û gelek, gelek tiştên din e; ez navên wan nizanim.

Kîjan rojê, seet di çenda da baranê, berfê, zîpikê li ku bibare, ewê çend seetan, çend rojan dom bike, germîyan û serma li ku derê ewê çend derece be, bayê ji kîjan alî da were, welat bi welat, bajar bi bajar, qeza bi qeza, herêm bi herêm telefona di bêrîka me da ji me ra dibêje.

Em bibêjin tu derketî derve, tu dimeşî, tu li nava bajêr digerî gavên te dijmêre, tu çend deqîqeyan meşiya ye, te çend gav avêtine ji te ra dibêje.
Mehek berê, hefta borî tu hewqas gavî meşîya ye, vê heftê tu hewqas gavî meşîya ye, meha borî tu çend gavan meşiyaye gişî bi jimar ji te ra dibêje.

Tu baş dibîhîzî, nabihîzî wek tuxtorekî guhên te jî miayene dike.

Borsayê, qîmeta perê biyanî, zêr, zîv sanî bi sanîye ji te ra dibêje.

Bêyî ku tu herî bankê têkeveî dorê tu kanî li hesabê xwe binêrî, deynê xwe bidî, pera bişîne, yanî hesabê xwe îdare bike.

Tu bilêta rêwîtiyê, ya sînemayê, ya tîyatroyê pê dikirî û nîşan didî.
Bêyî ku tu li ferheng û ansîklopedîyan binêrî her tiştê tu dixwazî tavilê bi Googlê dide te; bersîva her pirsa te dide.

Tu şaş binivîsînî rast dike, dibêje ev gotin wiha tê nivîsîn.
Tu kanî tê da kovaran, rojnameyan, kitêban bixwîne ya jî lê guhdarî bike.

Gelek karên din jî ji meriv ra dike, lê ez dirêj nakim, hûn bi xwe kanin bîra xwe.
Di bêrîka me hemûyan da eva aleta biçûk, yanî ev îcada gawiran heye.
Êdî em bi vê aletê riya xwe dibînin, alvêra xwe dikin, deynê xwe, kirya xaniyê xwe didin.

Ev alet û bi hezaran yên wek wê hemû li Xerbê hatine keşifkirin, li Xerbê tên bi pêşxistin.
Mêrika me difirînin, me dixin binê deryayê, me dibin sitêrkan, fezayê.
Nuha programeke bi navê AI(Aqilê Çêkirî, Jîriya Çêkirî), roboteke bi navê Grokê îcad kirine, ew jî xistine telefonên nuh.

Tiştekî ecêb e, ji aqilê însên baqiltir e. Tu jê çi dipirsî di nava çend sanîyê da bersîva te dide.

Di her warî da, li ser her tiştî bersîvên wer dide, analîzên wer dike aqilê meriv disekine.

Her zimanî zane, di bersîvên xwe da şaşiyên îmlayê nake. Kurmacîya wê mikemel e.

Yanî tiştê AI, Grok dike û kane bike tiştekî muhteşem e, ev îcad lûtkeya keşf û îcadên însên e. Tu îcadeke ji AI pêşdatir tune ye.

Dibêjin di her warî da ewê karê însên rehettir bike; di tibê da, di emelîtan da ewê alîkariya cerahan bike. Heta tiştê însan nikanin bikin AI ewê bike.
Baş e welatên îslamî çi kirine, çi dikin, kanin çi bikin?
Cîhana Îslamî, misilman nikanin tu tiştekî li van keşfên Xerbê(Rojava) zêde bikin.
Çimkî misilman her tiştî ji jor, ji Xwedê dipên, dibêjin Xwedê çawa bixwaze ewê wer bibe, qedera me çi be, li enîya me çi hatibe nivîsîn ewê bibe.
Giş bûne êsîrên dînekî, hin çîrok û xerafeyên ereban.
Gava meriv tahretê digre, yanî dema qûna xwe dişo av here tabûta meriv gelo rocîya meriv dişkê ya na?

Damla çavan rociya merivb xera dike ya nake?

Guhdarîkirina li muzîkê gelo guneh e ya ne guneh e?
Xwarina heywanên bahrê mekrûh e ya na?

Yanî misilman gelek tiştên zarok pê dikenin minaqaşe dikin. Di sedsala 21´ê da xelkê AI, robota Grok a wek însên difikire çêkirine, misilman hîn van tiştên beradayî minaqaşe dikin, dibêjin muzîk heram e, aletên muzîkê tahrîb dikin.
Xelkê di sedsala 16´a da dînê xwe referm kir, rê li ber îcadan, lêkolînan û pêşketinê vekir. Lema mêrikan çûn asîmanan, lema telefon, Grok îcad kirin. Misliman jî hîn li gorî Quranê, li gorî şertên Îslamê û şertên îmanê hereket dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar