Dixwaze bira îdeolojî û fikrên sîyasî be ya jî dîn be, her bawerî û sîyaseta
kurdperweriyê, serxwebûna miletê kurd neparêze, li ber çavê kurdan reş bike, pê nede
parastin xerab e, pîs e, bi zirar e. Dibê meriv wê fikrê, wê îdeolojiyê û baweriyê red bike.
Her bawerî, her fikir û îdeolojî dibê ji bo xizmeta kurd û Kurdistanê be, ji bo azadî û refaha miletê kurd be.
Di nav faris, ereb û tirkan da yên herî nasyonalîst kesên îslamî ne. Piraniya yên me eksê wan in.
Hudapariyên me, gelek îslamîstên me bûne nasyonalîstên filistînî, tirk û misilmanan. Ji miletê xwe ra azadî û serxwebûnê naxwazin. Belovacî wê, miletê xwe fêrî dijminatiya nasyonalîzma kurdî û serxwebûnê dikin.DEM partiya me xwe ji kurdbûnê bêrî dike, bûye partiya Tirkiyê.
Masî ji serî genî dibe. Av ji çavkanîyê şolî dibe. Xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Gayê pîr riya xerab, riya şaş û bi zirar bi ber kurdan dixe, kurdan hogirî
bindestiyê, bêdewletiyê dike.
Tu milet kesên xerîb, kesên bi zimanê wî nizanibe nake nûner û berdevkên xwe. Partiya
DEM´ê viya bi zanîn dike.
Çima li ser navê DEM partiyê ne kurdek, Sirri Sureyya Onderê
tirk bi Erdogan ra hevdîtinê dike?
Ma di nava partiya DEM´ê da kurdekî di mistewa Sirri Sureyya Onderê tirk da
tune ye?
Bi hezaran yahûdiyên dostên filistîniyan hene. Lê filistînî tu carî yahûdîyekî
nake berdevkê xwe. Jixwe yahûdîyek jî tu carî tiştekî wiha qebûl nake.
Li ba me kurdên Kurdistana Bakur tu prensîp, tu norm tu semboleke netewî
nemaye. Sîyaset bûye gêrmîya gavanan, her tişt tê da heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar