Welatparêzê hêja, yek ji serokê tevgera xortan a 1968´a, serokê DDKO´ya Stenbolê Hîkmet Bozçalî do li Stenbolê çû rahmetê. Gorra wî bihuşt be, serê zarok û hezkiriyên wî sax be.
Hîkmet Bozçalî di sala 2006´a da di kovara Bîr´ê* jima 5´a da bi ser nivîsa ”Serpêhatiya
min a DDKO” li ser jiyan û xebatên xwe yên sîyasî û tarîxa komeleyên DDKO´yê
nivîseke mikemel nivîsîye.
Nivîs bi tirkî ye û dirêj e. Lê li ser jiyana wî û avabûna DDKO(Komeleyên Şoreşger ên Rojhilat) û avakarên wê
agahiyên bi hûrgulî, bi teferûat hene.
Kîjan DDKO kînga ava bû, serok û endamên komîteyên wê kî bûn, li kîjan bajarî kînga mitîng çêkirin, di mitîngan da kî peyivî, têkiliyê serok û birêvebirên DDKO û tevgerên çepên tirk çawa bû, kîjan kurdî carnan alîkarîya wan a madî kir û gelek agahiyên din yên li ser tarîxa xortan a wê demê di nivîsê da hene.
Yên dixwazin Hîkmet Bozçalî ji nêzîk va nas bikin û li ser DDKO´yan û xebatên kurdan yên nabêna salên 1960 û dawîya 1970´î bibin xwedî agahî ev nivîsa Hîkmet Bozçalî çavkanîyeke pir baş û giranbiha ye.
*Kovara BÎR, Jimar: 5, Havîn-Payîz 2006
NOT: Hîkmet Bozçalî di sala 1948´a li Bismil, li gundê Boçelîyê hatiye dinê. Di hin malperên dîjîtal da 1945, 1947 hatiye nîşandan lê ne rast e, di nivîsa xwe da wî gotiye 1948.
XXX
Ji bo ku Erdogan carê bi Donald Trump ra rûne, pê ra rismekî
bigire çend meh in tirkan xwe xwar in, lobîîstan bi hev diguherin. Medya tirk
xeberê li ser xeberê çêdike.
Ji berdevka Qesra Sipî Karoline Leavittê pirsîne, gotine:
”Serok Traump hevdîtineke bi serokkomar Recep Tayyip Erdogan
ra li Qesra Sipî ya jî li Tirkiyê gelo pilan dike ya na?”
Jinikê gotiye, ”Ez kanim bibêjim Serok ewê here Erebîstana Siûdî,
bêyî wê ez ne xwedî agahiyeke din im. Lê di beşekî vê seyahetê da kane hin
welatên din jî hebin.”
Yanî Trump hîn biryar nedaye Erdogan qebûlî huzûra xwe bike.
Bawer bikin Erdogan bi payinê kevzikî bû.
Helbet Erdogan dixwaze di vê nabênê da li ser Kurdistana Rojava bi Traump ra bazarekê bike. Dixwazin Amerîka dev ji piştgiriya kurdan berde, li Sûriyê bi Tirkiyê ra bixebite.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar