11 april 2025

Îsraîl û Tirkiye li ser Sûriyê li hev tên

Heyetên Îsraîl û Tirkiyê li Azerbêcanê hatine ba hev, ji bo ku li Sûriyê li hev bikin.

Me wer bawer dikir nabêna Tirkiyê û Îsraîl di demeke nêz da ewê baş nebe.
Lê wa ye ev texmîn şaş bûye, Tirkiyê û Îsraîl li Azerbêcanê dest bi hevdînan kirine. Bi îhtîmaleke mezin bi nabênkarîya Amerîkayê û Azerbêcanê ewê li hev werin. Tirkiye mecbûr e tawîzê bide Îsraîl, şertên Amerîkayê û Îsraîl qebûl bike.

Hebûna Tirkiyê li Sûriyê ji bo me xerab e, lê kurd nikanin Tirkiyê ji Sûriyê derxin. Hukûmeta Sûriyê girêdayî tirkiyê ye.

Heger Tirkiye û Îsraîl li hev werin ji me kurdan ra ne baş e. Wê demê îhtîmala Donald Trump û Erdogan li hev bikin, Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê û ji Kurdistana Rojava vekşîne zêde dibe.

Donald Trump merivekî dîn e, pîromanekî sîyasî ye, kane her tiştî, her surprîzê bike.

Kane sibe bi Erdogan ra li hev bike û bibêje tu ser best î, tu kanî êrîşî kurdan bikî.

Li Sûriyê tenê Fransa bi saxlemî li pişta kurda ye, Fransa ewê dev ji piştgiriya kurdan bernede. Piştgiriya Îsraîl ne saxlem e, girêdayî berjewendiyên Îsraîl e.

Li Sûriyê ji bo kurdan du îhtîmal xuya dikin, ya Amerîka, Fransa ewê Tirkiyê û Sûriyê mecbûrî naskirina statuya kurdan bikin, ya jî ewê dev ji piştgiriyê berden, kurdan bi tenê bihêlin.

Îhtîmala Tirkiye statuya kurdan nas bike zêde xuya dikee. Lê ew jî girêdayî şêla Amerîkayê, Fransayê û Îsraîl e. Dibê ew zextê bidin ser Tirkiyê û kurdan bi tenê nehêlin.

Heger ew zorê bidin ser Tirkiyê kurd ewê bigihîjin azadiya xwe.
Amerîka, Fransa, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpayê li Sûriyê rejîmeke îslamî, tenê ya erebên sûnî ya Tirkiye dixwaze qebûl nakin.

Her kes dibêje gerek hukûmet plûral be, kurd, elewî, nuseyrî, xiristîyan yanî her milet û komên dînî tê da cî bigrin. Ev tiştekî baş e, ereb û Tirkiye nikanin vê daxwazê red bikin.

Heger li Sûriyê kurd bibin xwedî îdareyeke netewî, ev yek ewê tesîrê li Kurditana Bakur jî bike, belkî li Tirkiyê jî hin gavên baş werin avêtin.

XXX

Pûlisekî tirk bi navê Ebûbekir A. do seet di 15´00a da li ber avahîya merkeza AKP´ê întîxar kiriye. Ebûbekir A. li merkeza AKP´ê wezîfedar bûye.

Pûlis li ciyê karê xwe, xwe dikuje. Ev bûyer nîşan dide AKP´ê psîkolojiya pûlisên xwe jî xera kiriye. Bekçîyên rejîmê jî mirinê tercîh dikin.

Cepheya Erdogan- Bahçelî jiyan ne li kurdan tenê, li tirkan jî, li pûlisên xwe jî kiriye zindan, însan dibêjin mirin ji vê jiyana dojehî çêtir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar