11 april 2025

Serpêhatiya Eînsteîn û dîya wî

Eînsteîn rojekê zirfek da dîya xwe, jê ra got:

-Dayê, ev zirfa mamosteyê min da min, got vemeke, bide dîya xwe.
Dîya wî zirf vekir, kaxeta hundur zirfê bi dengekî bilind û bi kelogirî ji lawê xwe ra xwend:
-Lawê we yekî pir jîr û zîrek e. Ev dibistan ji bo wî biçûk e. Mamosteyên me yên kanibin dersê bidin wî tune. Ji kerema xwe ra hûn wî perwerde bikin, bişînin dibistaneka din.

Gelek sal derbas bûn. Dema dîya Eînsteîn mir, ew li dinyayê alimekî bi nav û deng bû.

Rojekê dema tişt miştên, tiftarên mala dîya xwe ji hev digirt, di dexîlekê da ew zirfa mamosteyê wî ji dîya wî ra şandibû dît.

Bi meraq zirf vekir. Kaxet xwend, matmayî ma, ji çavên xwe bawer nekir. Mamosteyê wî di kaxetê da wiha nivîsîbû:

-Lawê we yekî netebitî û dînik e. Em destûrê nadin were dibistana me…
Eînsteîn name çend caran bi girî xwend, dûra di deftera xwe ya rojnivîskê da ev rêzên jêr nivîsî:

-Eînsteîn zarokekî netebitî, dînik bû, dayikeka qehreman ew kir alimekî meşûr ê vê sedsalê.

XXX

-Sebra xwe û hêvîya xwe ji dest mede. Tiştên xweş li dû sebrê tên.

Me jî heta nuha wer kiriye. Em tu carî bêhêvî nebûne. Sebra me ya Hz. Eyûb jî derbas kiriye. Gerek em tiştên xweş êdî bibînin.

Fêrbûn wextê digre. Wext her tiştî. Dawiya dawî meriv jî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar