09 april 2025

Serpêhatîya gayê sor û gayê reş

Di wext û zemanekî berê da gayekî sor û gayekî reş di mêrgeke pir xweş da bi hev ra di nav aştiyê da dijiyan. Herduyan bi saya hevkarî û tifaqa nabêna xwe, xwe ji her êrîşê û talûkeyê diparastin.

Rojekê şêrekî xwest here nêçîra wan, herduyan jî bixwe. Lê ga dudu bûn û herdu jî xurt bûn. 

Lema çavê şêr nebirî here nêçîra wan. Zanîbû ewê nikanibe zora herduyan bibe.

Kûr û dûr fikirî, ji xwe ra pîlanek çîkir. Rabû rûvî wek qasid şand ba wan. Rûvî fenek e, zane dek û dolaban bigerîne. Pilanek û programeke baş çêkir, çû ba gayê sor. Piştî hinek şalûzî û sohbet, jê ra got:

-Hevalê te ji te didexis e, ji şêr ra paşgotiniya te dike, di heqê te da ji şêr ra gelek tiştên xerab dibêje.

Rojek din, îcar çû ba gayê reş, ji wî ra jî got:
-Tu zanî gayê sor ji te pir diqehere, ji şê ra di heqê te da gelek tiştên xerab dibêje.

Geh çû ba gayê sor paşgotiniya gayê reş kir, geh çû ba gayê reş paşgotinî û fêsadîya gayê sor kir. 

Bi saya fêsadî û gelacîya xwe nabêna gayê sor û gayê reş xera kir, nebawerî, şik û dilman xist nabêna wan. 

Dostî û tifaqa wan xera bû, di lê wan ji hev sar bûbû, herduyan bi şek li hev dinêrîn.

Êdî ne li hev bûn, bêtifaq bûn, alîkarîya hev nedikirin. Bi çavê dijmin li hev dinêrîn.
Şêr bi alîkariya fesadiya rûvî tifaqiya wan xera kir, ew kirin dijminên hev.
Şêr piştî demekê êrîş bir ser gayê reş, berê ew di erdê ra kir, ew xwar.
Bû axe waxa gayê sor, got min çi xwelî serê xwe kir, dibê em bi hev neketana. Roja tifaqa me xera bû, em herdu jî bûn qûtên şêr.
Lê êdî dereng bû, ew jî êdî nêçîra şêr bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar