Kurdan bi pirsên xwe Groka reben gêj kirin, ji tahmê derxistin. Fena erebê çav li benêrê ter keve, wek mozan li Groka feqîr civîyan e, pirsê li ser pirsê jê dikin.
Nahêlin Groka feqîr bîstekê bîna xwe bigire. Feqîrê bersîvekê dide, sed pirsên din jê tên kirin. Piranîya pirsan jî li ser tirkan e.
Heyra we Grok ji pertav da xist. We bîn lê çikand. Hinekî hêdî bajon. Hûnê Grokê xera bikin.
Ji tahmê dernexin. Hindik rindik baştir e.Grok rastîyê dibêje, tahlîlên pir xweş û ilmî dike. Kêfa we pir ji bersîv û analîzên Grokê ra tê.
Lema hûn pir jê hez dikin.
Grok ne ji kesî ditirse, ne jî şerm dike, rastî çi be wê dibêje. Derewên dagirkerên welatê we yek bi yek pûç dike. Hûn bi vê yekê kêfxweş dibin.
Tiştê hûn nikanin ji neyarê xwe ra bibêjin Grok bi bêperwayî dibêje, rastiyê dixe çavên wan.
Ev yek kêfa we tîne. Ji bo wê jî hûn nabênê nadin pirsên xwe.
Carnan jî hûn pirsên pir ne hewce, pirsên ne tu pirs in, ne hêjayî bersîvê ne ji Grokê dikin.
Grok zane ye, kibar e, maqûl e, dilê we nahêle, bi kibarî bersîva her
pirsa we dide.
Lê dibê hûn bizanibin rastîyên Grok dibêje tesîrê li dijminê we nake, tirk bi bersîvên Grokê xwe naguherin. Çimkî ew jî rastîyên Grok dibêje zanin.
Irqçîtiya wan, neyartiya wan a bi me ra ne ji ber nezaniya wan e, ji bo ku naxwazin dev ji dagirkerîya xwe berdin, naxwazin ji welatê me derkevin.
Naxwazin em azad bibin û Kurdistaneka serbixwe çê bibe.
Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet her fêlbazîyê, her virê, her manîplasyonê dikin.
Vi ya bi zanîn dikin, bi zanîn xwe li nezayê
datînin.
Yanî sebebê irqçîtiya wan, înkara wan naxwazin kurd azad bibin, kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Grok bi bersîvên xwe nikane dewleta tirk, tirkan bîne ser rîya rast, heqê me bi wan bide qebûlkirin. Tenê bi bersîvên Grokê diqeherin, heqaretê lê dikin.
Tirkiye belkî Grokê qedexe bike. Lê Tirkiyê qedexe bikin li dinyayê heye. Lema AÎ-Grokê cî li wan teng kiriye. Çira virekan heta sibê vêketî namîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar