07 april 2025

Guh neden fêsadî û gelaciyên Beko Ewanan


Di nava me da kesên wek Îblîs dixebitin hene, pir in, dixwazin kurdan berra hev bidin, dixwazin kurd tu carî li hev nekin û bi ser nekevin. 

Hal û karên wan fêsadî, gelacî ye. Di medyaya sosyal da bênabên bekoewanîyê dikin.

Li ser navê parastina partîyekê, serokekî êrîşî xelkê û partiyan dikin, gotinên ne xweş dibêjin. Bi zanîn ya jî bi nezanî karê dikin zirarê dide kurdan û bi kêrî neyarên me tê.

Di cepheya dijminên me da jî îblîs pir in. Ew jî dixwazin hukûmet, dewlet tim şerê kurdan bike, tu mafî nede kurdan.


Îblîs tam dikira bi riya xwe da biçûya Don Kîşot ban kirê, got hele raweste, ezê pirsekê ji te bikim.

Îblîs rişma serê hespê xwe rakişand,bi dengekî tinazî got:

-Fermo bipirse. Lê dirêj meke, karekî min ê ecele heye.

-Yên li daristanê şîarên herbê diqîriyan ma merivên te bûn gelo?

-Erê merivên in. Merivên min pir in.

-Lê belê bi qîrîn Alah Alaha wan bû ?

-Helbet ewê wer bibêjin! Ma bira bigotana Îblîs, Îblîs ! Karê me ev, xapandin e.

Dersa em ji vê çîrokê bibgrin: Karê hin însanan gelacî ye, însên berra hev didin. Dibê meriv wan nas bike û nekeve kemîna wan. 

Ji me kurdan ra hevkarî, yekîtî lazim e. Bêyî wê em nikanin zora neyarên xwe bibin, bigihîjin azadîya xwe.


XXX

Însan kane her tiştî ji bîr bike, her neheqiyê, her zulmê efû bike. Lê kesê di roja teng da li ba xwe nebîne û kesê pê ra bêbextiyê kiribe tu carî ji bîr nake.

Dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwaz di rojên ten da, di şîn û şahiyê da xuya dibin.

XXX

Hin kes pir bêxîret, bêşexsîyet û bêheya ne, tu çiqasî dibêjî meriv nabe heyranê neyarê xwe, meriv xalîya sor ji sûtalekî neyarê qewmê xwe ra ranaxîne pere nake. Tirk çi bînin serê miletê wan bi wan wek şîr û şekir e.

Mêşa gû ji gû hez dike.

XXX

Abûqat Kazim Ekîncî û Fahrî Înan 31 sal berê di 7´ê nîsana 1994´a da li Wêranşarê ji alî qatilên dewletê ve bi namerdî bi kelenşînkofê hatin gulebarankirin. Herdu walatparêz jî şehîd ketin.

Fexrî Înan û Kazim Ekîncî herdu jî hevalê DDKD´ê bûn. Kazim Ekîncî endamê partîya Dr. Şivan KIP´ê bû. Endamekî partiyê yê jîr û zana bû.

Gerdu xortên welatparêz bi hurmet bibîr tînim.

Emê qatilên wan tu carî ji bîr nekin.                

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar