07 april 2025

Leşkerên tirk li Kurdistana Başûr jî nasnameyên gundîyan kontrol dikin

Malpera Nûpel Haberê di platforma X´ê da vîdeoyek belav kiriye, leşkerên tirk li Kurdistana Başûr riyên gundan birrîne, gundiyên diçin gundên xwe, malên xwe saxî dikin.

Leşkerên tirk li herêma Bradostê bi wasîteyên zirxî riyên hin gundan girtine û kontrola nasnameyên gundîyan kirine.
Gundiyên diçûn malên xwe bi seetan serî li wan gerandine, nehîştine xelk herin malên xwe.

Tirkan beşekî mezin ê Kurdistana Rojava dagir kirine û bi temamî xistine binê kontrola xwe. Li derên, li ser girên herî stratejîk bi dehan qereqolên mezin û biçûk çêkirine.

Rojekê jî serok û wezîrên hukûmeta Kurdistanê li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê dernektine, rojekê jî ev zulma leşkerên tirk li kurdan dikin protesto nekirine. 

Fena ku zulma leşkerên tirk li kurdan dikin bi dilê serok û berpirsên Kurdistana Federe be û bi destûra wan be. 

Heger ne bi dilê wan bûya ewê li dijî vê zorbatî û dagirkerîya leşkerên tirk liherêma Bradostê kirine qîyamet rakirana.

Leşkerên tirk çawa, li gorî kîjan mafî kanin li Kurdistana azad riyan bibirrin û nasnameyên gundîyan kontrol bikin?

Hukûmeta, serok û wezîrên li hemberî vê terora leşkerên Tirkiyê derneke serokatî û nûnertiya miletê kurd heq nekiriye; zulma leşkerên tirk li miletê wan dikin bi dilê wan e jî.

Hûn nikanin şerê Tirkiyê bikin qenekê zulma wan şermezar bikin, li dij derkevin, ji Îraqê alîkariyê bixwazin.

Esas  hûn destûrê nedin leşkerên tirk nikanin li wir bimînin, nikanin riyan bibirrin û nasnameyên kurdan saxî bikin.

Sebeb serokên kurdan e, ew ne li dijî vê dagirkerîya Tirkiyê ne, ne li dijî zulma leşkerên tirk li kurdan dikin.

Heger li dij in, heger tiştê tirk dikin ne bi dilê wan e, bira li dij derkevin, bira herin bi gewriya wan leşkerên dagirker bigrin, bibêjin ji welatê me biteqizin. Nakin, çimkî bi dilê wan e jî….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar