31 januari 2025

Hin însan pir çavnebar in û hedê xwe nizanin

Hedekî her tiştî heye, yê însên jî. Dibê meriv hedê xwe bizanibe. Lê gelek însan hedê xwe nizanin.
Pisik hedê xwe zane, kûçik nizane.
Gava zikê pisikê têr dibe tu xwarina herî xweş bidê jî naxwe. Çimkî pisik hedê xwe yê xwarinê zane, ji wiya derbas nabe, dibêje bes e, min têr xwariye. Hezkirina zêde jî qebûl neke, gava ji hezkirinê têr dibe, ji ba te dide rê dihere.
Kûçik ne wiha ye.Tu ji kûçik çiqasî hez bikî, çiqasî pê şa bibî, çiqasî pê ra bilîzî ji hezkirinê têr nabe. Dibêje hinekî din.

Feydeyên xwendinê

Feydeyên kitêbxwendinê pir in, bi jimar nayê. Xwendin ji bo meju wek antramanê ye. Hesin nexebite zengarê dibe, meju nexebite, neweste pûç dibe, zeîf dibe. 
Xwendin him zanîna meriv zêde dike, him jî zimanê meriv bi pêş dixîne, dewlemend dike.
Heger hûn rojê 25 rûpelan bixwînin, mehê dike 750 rûpel. Ev jî teqrîben dike 3-4 kitêb. Salê dike 9000 rûpel. 9000 rûpel dike 40-50 kitêb. Piştî salekê hûnê di xwe da guherînekê hîs bikin. Tu êdî ne merivên berê bin.

30 januari 2025

Îslamîstan Salwan Momîka jî kuştin


Îslamîstan do bi şev Salwan Momikayê çend caran Quran şewitand li Swêd, li bajarê Sodertalje, li herêma Hovsjo di mala wî da kuştin. Salwan Momîka xiristîyanekî ji Îraqê bû, li dijî Îslamê bû.

Kuştin di dema weşana zindî a Tîk-Tokê da bû.

Medya Swêd dibêje dema derketiye balkonê cixarê bikşîne hatiye gulebaran kirin. Berra serê wî dane.

Berjewendî eyarê her kesî derdixe ortê

-Heta tu dijî tu yê bibêjî, ”min însan qet nas nekirine”.
Ji bîr meke!
Dema berjewendî xuya dibin,
rû, gewz diguherin.
Dema rû diguherin,
rastiya dil jî pê ra diguhere.
Dema rastiya dil diguhere,
gotin jî diguhere.
Ne hewce ye meriv bi seraf be.
Berjewendî eyarê her kesî derdixe ortê.

Edaleta hakimê alman

Bûyer di sala 1506´a da li Frankfurtê qewimîye.

Rojekê bazirganek(tacirek) 800 lonceyên xwe wenda dike. Lonce, navê perê wê demê bûye.
Necarekî dilpak çentê tucêr yê tije pere li erdê dibîne. Necar merivekî dilpak û rastgo bûye. Çenteyê dije pere dibe mal, ji kesî ra nabêje min hewqas pere li erdê dîtiye. Dest nade pera, dixwaze miheqeq xwedî bibîne û perê wî bidê.

29 januari 2025

Tirs newala êqil e

Tirkiye êrîşên ser Kobanê nasekinîne. Îro dîsa êrîş kiriye. Do 12 kes kuştin. Îro jî çend kes kuştine û birîndar kirine.

Meriv ji qahra tirkan dihele, her roj kêlek xwê dixwe.
Em êrîşan protesto dikin, rexne din, dikin gazî û hawar lê mêrikan nasekinin.
Çimkî mêrikan di êrîşnên xwe da zirarekê nabînin. Rojê çend kurdan nekujin êdî rehet nakin, xewa wan nayê.

Gerek meriv bi her derewê nexape

Yekî  kûr, yekî, kerr, yekî kût gihîştibûn hev, bi hev ra dimeşiyan.

Yê kûr gotiye, ”ez reşekê li hember dibînim.!
Yê kerr gotiye, ”dengek tê guhê min.”
Yê kût gotiye, ” law ka em birevin.”
Merivê kûr tiştekî nabîne, yê kerr tiştekî nabihîze, yê kût jî nikane bazde.
Tiştê nebe nabe, dibê meriv jê nebawer be, bi her derewa tirkan nexape.

28 januari 2025

Ev lîstika Erdogan jî neçû serî

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hevdîtinên DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan ra gotiye:

“Pêvajoya trafîka serdanên Îmraliyê qediya, ya ku ji vir û şûn da tê payin fesihkirina rêxistina terorê ye. Ev ne pêvajoya dan û standinê ye. Ne pêvajoya bazarkirinê ye.”

Lîstik qediya. Wer xuya dike negihîştin armanca xwe, tiştê li dû bûn, tiştê ji Evdila Ocalan dixwestin bi dest nexistin.

Mîrata pêşiyên me ji me ra hîştine ne hindik e

Heta 15-20 sal berê jî meriv digot belkî pêşiyên me qet tiştek li pey xwe ji me ra nehîştine; here were berhemên Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û çend hebên din in.

Lê ne wisa bûye, berhemên ji ber talanên dagirkerên welatê me osmanîyan, tirkan xelas bûne ne hindik in. Me nizanîbû. Xelkê newêrîbû derxista. Yek bi yek, hêdî hêdî tên dîtin û çapkirin.

Kurd ewê Rojhilata Navîn biguherînin

Wer xuya dike kurd ewê herêma xwe, Rojhilata Navîn biguherînin. Tarîxê ev wezîfeya tarîxî, pêşengiya vê guherîna mezin daye miletê kurd.
Bi azadbûna kurdan ra her çar dewletên dagirker jî ewê serobinî hev bibin, biguherin.

Çimkî ev hêz, ev potansiyela guhertina dûzanên hene tenê bi kurdan ra heye.
Kurd li her çar perçên Kurdistanê pêşengiya guhertinê, şoreşê dikin; motora, dînamoya guherînî kurd in.

27 januari 2025

Tirkiye ji bo kurdan 11 zindanên din çêdike


Birêvebirên Tirkiyê ji bo ku çend hezar kurdên din jî bigrin bin kilîtê zor dane çêkirina girtîgehan, jimara girtîgehan zêde dikin.

Li gorî agahiyên Wezareta Dadê li Tirkiyê 405 girtîgeh hene û jimara girtîyan jî 384 hezar û 216 kes in.
Li gorî beyana Wezareta Dadê îsal ewê 11 girtîgehên din li 405 girtîgehên hene zêde bikin. 

Gerek însan ji bo malê dinyê û rehetiya xwe nebe şelaf

Aristippus(BÎ 435-360)

Aristippus fîlozofekî yûnanî bû. Xwendekarekî, şopînerekî Sokrates bû. Dûra bû avakarê dibistana hedonîst. Li dijî felsefa Dîyojen kînîzmê bû.
Li gorî felsefeya wî hedonîzmê, dibê însan li dû kêf û zewqa xwe bin. Armanca însên ya esasî dibê ev be.

Lema jî Arîstîppus li gorî felsefa xwe dijiya, jiyana wî di nav rehetiyê da, di qesir û qonaxên zengînan da derbas dibû, bi kesên zengîn ra hevaltî dikir.

26 januari 2025

Ev fêlbazîya Erdogan jî ewê pûç bibe

Ev demeke dewleta tirk, cepheye Bahçelî-Erdogan bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra bi navê ”dîyalogeke nuh” dek û dolebekê digerîne, fêlbazîyeke nuh diceribîne.
Li ser navê DEM partiyê heyeteke ji sê kesan(Sirri Sureya Onder, Pervîn Bûldan, Ahmet Turk)çêkirine.

Bi vê nivîsê jimara nivîsên bloga min bû 10.000

18 sal berê, di sala 2007´a da dema min bloga xwe Hindik-Rindik çêkir*, min texmîn nedikir ezê 18 salan bidomînim û îro vê nivîsa xwe ya dehhezarî(10.000)îro binivîsînim.

Belê we şaş nexwend, bi vê nivîsê, jimara nivîsên bloga min Hindik-Rindik bû deh hezar(10.000)nivîs.

Di sala 2007´a da dema min dest bi blogeriya kir, min qet bawer nedikir ezê dehhezar(10.000) nivîsîs binivîsînim. Lê qederê ew kir nesîbê min.

25 januari 2025

Ey mirina zalim, çima tu hewqasî bêedalet î ?


Mirina malxerab, tu pir zalim û bêedalet î! 
Tu rojekê jî adil nebûyî.

Ey jiyana mişt zor û zahmetî, tije ezîyet û cefa, tije derd û keserên bêderman, sebebê em hewqasî ji te hez dikin, hewqasî derdê te dikşînin, hewqasî tehamulî te dikin ji ruyê mirina tahl, bi jan û malkambax da ye.

Ji bo ku mirin zû neyê li deriyê me nexîne, ji bo ku mirin me ji hezkiriyên me nestîne, em her qahr û qotika te dadiqultînin.

6 şîretên Tolstoy

Lev Tolstoy
Dibêjin Lev Tolstoy(1828-1910) ji xwe ra 6 qaîde, prensîp tespît kiribûn û li gorî wan qaîdeyên, prensîpên xwe dijiya. Her şeş qaîdeyên wî ev bûne:

24 januari 2025

Xwedê karê kesî nake, dibê em karê bikin !

Hin kes li bendena Xwedê li me kurdan were rahmê, derîyekê xêrê li me veke, me ji bindestiyê xelas bike.
Kesên bawermend ji bo wê destên xwe li ber Xwedê vedigirin, dua dikin, ji Xwedê xelasiya me ya ji bindestiyê dixwazin.
Nifirên nemayî li dagirkeran dikin, dixwazin Xwedê bela wan bidê, Xwedê heqê me ji van zaliman ra nehêle.

Îraqê zewaca bi keçikên zarok ra serbest kir


Meclîsa Îraqê roja sêşemiyê(21/1) bi qanûnek nuh zewaca bi keçikên hîn zarok in, heta 9 salî ra qebûl kir.

Heta nuha li Îrqaê umrê/temenê zewaca keçikan 18 salî bû. Lê bi vê qanûna nuh umrê zewca keçikan daket heta 9 saliyê.

23 januari 2025

Dewleta tirk tenê ji bo şerê li dijî kurdan heye


Du roj berê li bajarê Boluyê, di otêla bi navê Grand Kartalê da şewat çêbû. Ji ber bêtedbîriyên otlê di şewatê da 78 mirin, 50-60 kes jî birîndar in.
Di şewatekê da mirina 78 kesan felaketeke pir mezin e.

Diyar e otêl wek hefsekê bûye. Li dijî şewatê tu wasite, alet û tedbîreke otêlê tunebûye. 

Xwe bi karên vala newestînin

Kongreya Gelan a Demokratîk(HDK´ê) bi navê ”Ji Bo Aştiyê 1 milyon Îmze” kampanîyek daye destpêkirin.

Mijûliyeke, karekî ji kok da vala, bêmane ye. Xwe bi van karên "boş", vala newestînin.
Berdevka HDK´ê Meral Daniş Beştaş xanimê gotiye, ”heger aştiyekê bibe jin ewê viya çêbikin.”

Însanên temenê wan di nav siyasetê da derbas bûye çawa kanin bi van xebatên berradayî xwe biwestînin meriv fêm nake.

22 januari 2025

Trump sê jinên nûnerên Kurdistana Rojava dawetî merasima xwe kir, lê tirkek dawet nekir


Donald Trump sê jinên nûnerên Kurdistana Rojava, Sînem Muhemed, Îlham Ehmed û Tirîfe Ezîz dawetî merasima serokatiya xwe kir. Ne yek, tam sê heb. Ne tiştekî hindik e.

Lê ne serokê Tirkiyê Erdogan, ne jî tu nûnerekî Tirkiyê, heta sefîrê Tirkiyê yê Washingtonê jî dawetî merasimê nekir.

Fesla Yûsif dibêje Amerîka û Fransa ji bo yek heyteke me hebe zorê dide me

Endama Konseya Serokatiya ENKS´ê Fesla Yûsis dibêje Amerîka û Fransa ji me ra gotine neheqî pir li we bûye, li Sûriyê hûn ji her heqê xwe bêpar mane. 

Êdî dema hatiye hûn jî bigihîjin mafên xwe. Dibê hûn heyteke mişterek çêkin û bi yek heyetê herin Şamê. 

Heger hûn viya bikin emê piştgiriya daxwazên we bikin.

21 januari 2025

Arasê me îro mala me şên kir

Neviyê me Aras û bavê xwe îro hatin serdana kalik û pîrika xwe. Heta êvarî li ba me man.

Şîrîno destpêkê xwe ji me hinekî kef kir, lê dûra hogirî me bû. Me bi hev ra têr lîst.
Şîrînê ber dilê me pir aktîv e, me diwestîne. Ji bo me dibe antramanek baş.

TU YÊ NAS NEKÎ

Du roj berê di Facebokê da ez rastî vê şiîra(helbesta)tirkî hatim. Kêfa min pir jê ra hat. Bi baweriya min şiîreke pir xweş e. Min wergerand kurmancî.

Di binê şiîrê da navê Vladimir Volegov hebû. Û wek wergerê ji rûsî jî navê Ezîz Nesîn li binî bû.
Wergerê wê bi rastî Ezîz Nesîn e, ne Ezîz Nesîn e, Ezîz Nesîn bi rûsî zanîbû, nizanîbû ez nizanim.

20 januari 2025

Serweta ji bavê min ji min ra maye


Ev çend meh in ez li bende hatina seeta xwe ya yadîgara bavê xwe me. Ji bo tamîrê min bi birayê xwe Fûad ra şandibû.

Seîko 5 e. Seetek kevn e. Yadîgara bavê min ê rahmetî ye. Û serweta ji wî ji min ra maye.

Rojê çend deqa li dû dima. Salek berê li Stockholmê ji bo tamîrê min bir ser seetçî, 3 hezar kron, li dora 300 dolarî ji min xwest. Seet bi xwe 50 dolarî jî nake.

Me got bira îşev şîva me kezeb be


Di gera me ya îro da min ji xanimê pirsî, min got:
-Xanim, ma îşev şîva me ewê çi be?

Hinkenî fikirî, got:
-Wele ez dibêjim bira îşev kezeb be.
Kêfa min hat. Çimkî ez him ji kezebê hez dikim, him jî hostê çêkirina wê me. Dera ez lê bim xanim destê xwe nade kezebê. Jixwe nizane çêke.

Ji Yekîtiya Alimên Kurdistanê bangeke hêja !

Însîyatîfa Alimên Kurdistanê bi nameyekê banga tifaqê, hevkariyê li serokên kurd ên her çar perçên Kurdistanê kir.

Însîyatîfa Alimên Kurdistanê, di nama xwe da xîtabî serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî, serokê YNK´ê Bafil Talabanî û serokên PYD´ê, ENKS´ê dike, dibêje gerek serokên kurd di vê dema tarîxî da bi tifaq bin û alîkariya hev bikin. 

Bêtifaqî dostên me ji me sar dike. Gerek hûn alîkariya kurdên Kurdistana Rojava bikin.

19 januari 2025

Dewleta tirk mîrê pêkenokên me jî kuşt !


Dewleta tirk a faşîst komedyenê bi nav û deng, mîrê henekên kurdî Bavê Teyar(Cuma Xelîl)jî kuşt.

Dewleta tirk bi vê barbariya xwe bi Bavê Teyar ra henekên me, pêkenokên me jî kuşt.

Bavê Teyar hunermendekî jîr û jêhatî bû, ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji mîzaha miletê xwe hez dikir. Gelek skeçên, lîstikên xweş li dû xwe hîştin.

Li Kurdistana Rojava çareserî federasyon e

Dema meriv dest bi karekî, micadeleyekê kir dibê hedefa meriv diyar be, meriv bizanibe dixwaze çi bi dest xîne. Dûra jî çi lazim e, çi hewce ye dibê meriv wê bike.

Me biryar daye dibê em ji bindestiya tirk, ereb û farisan xelas bibin, bibin xwediyê dewleteke serbixwe.

Hedefa me ev e.

18 januari 2025

Li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî tirk bêdeng in

Li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî bêdengiya tirkan bi min pir xerîb tê.

Ne Erdogan, ne jî berpirsekî hukûmeta AKP´ê li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî heta nuha tu reaksîyon nîşan nedane. Ev bêdengiya wan ne normal e.
Di normalê da tirk naxwazin kes bi Mezlûm Ebdî ya jî bi berpirsekî PYD´ê, HSD´ê ra hevdîtinê bike. Dibêjin ew terorîst in, PKK ne.

Lê vê carê bêdeng in. Ez bawer nakim tirk îşê xwe ji hevdîtinên nabêna kurdan neynin, bêdeng bimînin. Miheqeq sebebekî vê bêdengiya wan heye.

17 januari 2025

Gerek kurd li Sûriyê bêyî federasyonê tiştekî din qebûl nekin

Çar pênc roj berê berdevka hukûmeta Kurdistana Rova ya têkiliyên derve Îlham Ahmed xanimê li Londonê, di axaftina xwe ya meclîsê da got, dibê sîstema Sûriyê federal be, sîstemeke merkezî ewê bi xwe ra tevlihevî, teşxele û şer bîne. Ji bo Sûriyê çareserîya herî baş federalîzim e.

Daxwazeke rast û di cî da ye. Me jê ra li çepika xist, me got rast e, dibê daxwaza kurdan federalîzim be, gerek kurd, PYD, HSD tiştekî ji federalîzmê kêmtir qebûl nekin.

Însan bûne êsîr û muptelayên telesonê


Çavên însanan êdî bi rê da jî, dema meşê da jî wer di telefonê da ye. Gava bi rê da diherin jî li telefonên xwe dinêrin, bi koranî dimeşin.

Telefon bûye tiştekî wer di destê însanan da ye, gav û seetê pê mijûl in.
Haya wan ji der û dora wan tuneye, kanin di kortekê, di çahlekê wer bin, li tiştekî biqelibin.

16 januari 2025

Ev risim dilê kurdan geş kir, neyarên kurdan jî kezebreşî kir


Serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî îro li paytexta Kurdistanê Hewlêrê bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî ra hevdîtinek kir. 

Di hevdîtinê li ser rewşa Kurdistana Rojava, gelş û astengiyên li pêş hevkariya kurdan hatiye rawestandin.

Dinya ji me ra dibêje tifaqa xwe çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe !

Tarîxê ji kurdan ra li Kurdistana Rojava û Başûr tu carî fersendeke hewqasî baş peyda nekiriye. Bifikirin, Amerîka bi tonan sîlehên giran dide kurdan. Fransayê dron dane kurdan.

Vanan tiştên pir mezin in. Me kurdan di tarîxa xwe da tu carî alîkariyeke wiha mezin, piştgiriyeke hewqasî ji dil nedîtiye. 

Dinya ji me ra dibêje, tifaqa xwe çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe. Em li pişta we ne.

Terorîstê Înterpol û Tirkiye lê digere li Sûriyê bûye pûlis


Terorîstê Înterpol û xwedêgiravî Tirkiye bi bultena sor lê digerin, di nav refên HTŞ´ê da li Lazqîyê wek serokê pûlisan lotikan dide xwe.

Tirkiyê xwedêgiravî 20 milyon TL dîyarî dabû serê endamê terorîstê El Qaîdê Recep Baltacî.
Dûra navê wî xistine nav kesên mirine.

Lê mêrik sax e, kadirekî HTŞ´ê ye û li Lazqîyê amîrekî pûlisa ye.

15 januari 2025

Navê ŞEPAL´ê kirine "dêleşêr" !


Xanima bi navê Anahîta Êlo di malpera Saziya Zimanê Kurdî(SZK)da carnan hin gotinên kurmancî yên hatine jibîrkirin, kêm tên bikaranîn, haya gelek kesan ji wan gotinan tune ye belav dike.

Xanim karekî baş dike, bi parvekirinên di medyaya sosyal da gelek kes gotinên nizanin, nebihîstine fêr dibin.

Gava însan gotineke fêr dibe bi kar tîne, ew gotina li ber mirinê, wendabûnê ji nuh ve ruh pê da tê, zindî dibe.

14 januari 2025

Bi serokên newêrek em nikanin bibin xwedî dewlet !

Nivîskarê brazîlî PAULO COELHO gotiye:

”Tu carî dev jê bermede. Gava dilê te westiya bi nigên xwe bimeşe, lê riya xwe bidomîne.
Tenê tiştek heye xeyala meriv bêîmkan dike, ew jî tirsa biserneketinê ye. ”

Du sed sal in em ji bo azadiya xwe, ji bo ku em bibin xwedî dewlet em ketine rê, dimeşin…

Bi xebatê em kanin azad û serbixwe bibin

Konfuçyus gotiye:

”Heger tu dixwazî roj were ba te, ji siyê derkeve.”

Roj, li vir ronahiyê, azadiyê, xebatê, ilim û zanînê temsîl dike. Dibêje heger tu dixwazî di tarîtiyê nemînî berê xwe bide ronahiyê, rojê. Metirse.

Sî jî tarîtiyê, tirsê, newêrekîyê, teslîmîyetê sembolîze dike.

13 januari 2025

Li gorî gelek tirkan şewata li Kalîfornîyayê "edaleta Xwedê ye" !

Wek zexeliyên di nava zad da, di nav her miletî da jî însanên xerab, dilreş, bêmerhemet, xedar û ehmeq hene. Lê bi dilekî rehet ez kanim bibêjim yên tirkan ji yên her miletî pirtir û xerabtir in.

Ka bala xwe bidinê hin tirkan di medyaya sosyal da li ser şewata ji serê salê da ye li Amerîkayê, li herêma Kalîfornîyê dom dike, 24 însan şewitîne çi gotine.

Gelek tirkên dîndar di medyaya sosyal da gotine şewata li Kalîfornîya Amerîkayê heyfgirtin û cezakririneke Xwedê ye.

Tirk çi bikin jî Kurdistanê çêbe !

Ji bo ku Kurdistan çênbe, kurd nebin xwedî dewlet tirkan em pir êşandan, zulmên mezin li me kirin, gelek qetlîamên mezin anîn serê me.

Bi êrîş û midaxeleyên xwe yên dîrekt û îndîrekt him zulmeke mezin li me kirin, dibê em vê zulma wan tu carî ji bîr nekin, him jî riya serxwebûnê li me pir dirêj kirin.

Lê rê çiqas dirêj be jî diqede. Dawiya rê êdî ji me va xuya dike. Tirk hew kanin me veawiqînin, serî li me bigerînin.
Di qirma wan da çend fîşekên wan mane, ewê wan jî berra me bidin, lê boş e, em nêzî hênîya xwe bûne.

12 januari 2025

Heyeta DEM´ê ji kurdan ra tiştekî ji dewletê naxwaze


Partiya DEM´ê ji 3 kesan(Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan)heyetek ava kiriye. 

Ev heyet di nabêna hukûmetê, PKK´ê, Evdila Ocalan da nabêncîtiyê dike. Xwedêgiravî bi hukûmetê ra diyalogeke nuh dane destpêkirin.

Endamê heyeta DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder îro gotiye:

“Parçebûna welat, du al, du ziman û mijarên bi vî rengî tu carî nebûne rojeva me.”

11 januari 2025

Ahmet Turk: Em otonomîyê, federasyonê naxwazin


Wekîlê serokê CHP Gokhan Gunaydin gotiye di civîna Heyeta Îmraliyê ya partiya DEM´ê û CHP´ê da Ahmet Turk ji wan ra gotiye, ”ew otonomîyê, federasyonê naxwazin, daxwazeke wan a bi vî awayî tuneye.”

Li gorî xebera Rûdawê, Gokhan Gunaydin di heqê hevdîtina bi heyeta DEM´ê ra ev agahî daye medyayê, wiha gotiye:

Kurdên hevalên dewleta tirk jî ji nasyonalîzma kurdî pir ditirsin

Mehmet Metînerê zilam û heyranê dewleta tirk jî wek tirkan ketiye panîkê, di debatekê da gotiye:

”Pêleke pir xurt a nasyonalîzma kurdî tê. DEM partîyê jî, Evdila Ocalan jî derbas dike, ew jî nikane vê pêlê bisekinînin.
Ez viya wek tehdîdekê nabêjim. 

Heger Tirkiye ser wê negire, viya li gorî berjewendiyên Tirkiyê îdare neke, jê ra mecrayên maqûl veneke emê mixatabên gelek gelşên mezin bibin.”

10 januari 2025

Hin kes li ser navê kurdan derewên bi boçik dikin

Parlamenterê serbixwe Mehmet Salîm Ensarîoglu jî xwe di ber hin kurdên tirkçî, Tirkiyecî ra kiriye, gotiye,”berê kurdên Îraqê, Îranê û Sûriyê li Tirkiyê ye.”

Helbet Mehmet Salîm Ensarîoglu zane ev îdîa wî ne rast e, kurd sed qatî ji ereb û farisan bêtir li dijî tirkan in. Û herî kêm ji sedî 99´ê tirkan jî ji kurdan nefret dikin.

Ev demeke hin kurdên bi fikir û daxwazên xwe bûne berdekên tirkan li ser navê kurdan dibêjin kurdên herçar perçeyên Kurdistanê dixwazin tevî Tirkiyê bibin, yanî ne serxwebûnê, bindestiya tirkan dixwazin.

Sohbeteke xweş bi şairekî muhîm ra

Şair Şêxmûs Kûrt
Di War TV´ê, di programa Kitêbxaneyê da mîvanê
Înan Eroglu yê vê hefteyê şair, akademîsyen, lêkolîner Şêxmûs Kûrt e.

Înan Eroglu bi Şêxmûs Kurt ra li ser şiîrê, edebîyatê, karê akademîk sohbeteke xweş kiriye.
Min Şêxmûs Kûrt nas nedikir, cara pêşîye min camêr di vê programê da dît û lê guhdarî kir.
Şêxmûs Kûrt merivekî xwedî gelek huner e; şair e, akademîsyen e, lêkolîner, wergêr e. Ji îngilîzî wergerê dike. Kurmancîya wî heta hûn bixwazin sade ye, otantîk e, ne sûnî û sentetîk e.

09 januari 2025

Di vê mehê da bêrîk û cuzdanê swêdîyan vik û vala ye


Li Swêd meha însan tê da herî bêtir feqîr dikevin meha çile ye, dawiya meha yekê ye.

Ji ber ku bi kirîn û mesrefên NOEL´ê û serê salê, di dawiya meha yekê da însan rût dibin.

Hinek diherin tahtîlê jî. Di dawiya mehê da gelek kes li nanê tisî û sosîsan dihesilin.

Heger vê carê jî kurd nebin xwedî dewlet sûcdar dîsa serokên kurd in

Bi baweriya min, sebebê heta nuha em nebûne xwedî dewlet ne ji ber pirbûn û xurtbûna dijminên me bûye, ji me da ye, ji ber bêtifaqiya me ye.
Heger sed sal berê serokên me jî wek ên tirk û eraban jîr, jêhatê, kurdpewer bûna kanîbûn bibin xwedî dewleteke netewî. Lê piraniyê nexwest, lema jî man bindesd.
Îro jî eynî tarîx dubare dibe. Li başûr û Rojavayê Kurdistanê serokên kurdan dikin dîsa Kurdistana serbixwe çênekin, kurdan bindest bihêlin.
Lê vê carê ewê bindestîyeke ebedî be, emê jî bibin wek asûrî, suryanîyan û hêdî hêdî biqedin.

Îsraîl êdî Tirkiyê ji bo hebûna xwe talûke dibîne


Îsraîl êdî Tirkiyê ji bo xwe wek gefeke mezin, 
wek dewleteke dijmin dibîne; ji Îranê talûketir dibîne. Komîteya Nagel vê yekê di rapora xwe da eşkere gotiye.

"Ji Netanyahu re rapor hat pêşkêşkirin: Divê Îsraîl ji bo şerê bi Tirkiyeyê re amade be"

5-6 sal berê kê bawer dikir pisporên Îsraîl Tirkiyê ji bo Îsraîl û herêmê wek dewleteke talûke û neyar bibîne?

08 januari 2025

Pir xerab ketim lê şikir zû baş dibim

Do ji ber êş û jana parsuyan min nikanîbû xwe bilivanda. Lema min got belkî ezê çend rojan di nava nivîna da bimînim û nikanim tiştekî binivîsînim.

Heftake li erdê me, canê xwe digerînim. Lê îro xwe baş his dikim.

Îro xwe baş his dikim, dermanan êşa min pir kêm kiriye. Êdî kanim li ber kompîtorê rûnim. Jixwe veketin, nekirina karekî ne li gorî min e, sebra min nayê.

07 januari 2025

Meriv bêşans be li mala xwe dikve û parsuyê xwe dişkîne

Gelî dost û hevalan ezîz, ezê du sê rojan nabênê bidim nivîsên xwe. Hefteyeke ez gelkî nerehetim.

Min qezake pir pîs derbas kir, nikanim binivîsînim. Hêvî dikim hebên tuxtor dane min bi fêde bin, zû baş bibim.

Roj derbas dibe, qeza û bela derbas nabe. Di qederê da parsuşikandin jî hebûye, ew ji min kêm bû, ew mabû, hefteyek berê ew jî hat serê min. Sala nû li min nehat, ez seqet kirim û berda. Meriv bêşans be meriv li mala xwe dikeve, parsuyê xwe dişkîne.

06 januari 2025

Însan çima wiha dikin?

Emelîyatên estetîk û deqên ereban mala însanan şewitandiye, ew kirine însanên nû, sentetîk, ji otantîkiya xwe derketine.

Jin bi emelîyetên estetîk, bi botoksê, bi werimandina lêvên xwe, bi çêkirina buriyên xwe, wek kerikonekî reş bi eniya xwe va dizeliqînin xwe dikin ibret.
Pir ne xweşik dibin, dibin sosiret. Li ber çavên min wisa xuya dike.

Bawerî û xebat hebe Kurdistana azad ewê çêbe

Gelek kes hene bi rastî, ji dil ne li dijî Kurdistaneka serbixwe ne, ji ber ku bawer nakin tiştekî wer mimkûn e, lema naparêzin û yên diparêzin jî şaş dibînin, rexne dikin.
Her kurd ne dûrbîn e, ne zana ye. Her kurd bi qasî ku Kurdistana serbixwe bixwaze, biparêze ne wêrek e.
Çimkî li hemberî me dewleteke mezin û dirinde ye. Di tarîxa me ya dûr û nêz da qetlîamên mezin anîne serê me.

05 januari 2025

Tirs û mereza dilê wan Kurdistan çêdibe

Tirk bi qasî neyartiya kurdên Kurdistana Bakur dikin hewqasî jî neyarên kurdên başûr, rojava û rojhilat in jî.
Ji bo wan kurd kurd e, yên kîjan beşî dibe ferq nake.

Çimkî derdê wan li tu derê kurd azad nebin, Kurdistan çênebe. Bi qasî ku li dij in li Rojava Kurdistan çêbibe, hewqasî jî li dijî serxwebûna kurdên başûr in.
Dibê kurd viya bizanibin.

04 januari 2025

Hebûna îdareya Kurdistana Rojava di ser hemû bertîlên tirk pêşniyar dikin ra ye

Tirk ji bo ku rê li ber azadbûna kurdên Kurdistana Rojava bigirin, ji bo ku nehêlin kurd bibin xwedî federasyon li riyekê, li çareyekê digerin.

Ji bo xapandinê dixwazin gelek alternatîfan biceribînin. Gelek bertîlên xapandinê pêşniyarî Evdila Ocalan, PKK´ê, PYD´ê û HSD´ê dikin.

Gerek PYD, HSD, PKK kurdên Rojava wek dema Şerê Cîhanê yê Yekê bi derewên tirkan neyên xapandin.

03 januari 2025

Fransayê careke din nîşan da ew li pişta miletê kurd e


Wezîrê karên derve yê Fransa Jean Noel Barrot û Wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro ji nişka ve çûn Şamê, bi serokê Sûriyê û HTŞ´ê Ehmed Şara ra hevdîtineke kirin.

Di merasima pêşwazîyê da Ehmed Şara bi  destê Annalena Baerbock negirt.
Mêrik nîşan da cil guhertibe, qirawat girê dabe jî hîn cîhatçîyekî DEAŞ´î ye...

Meriv bêşans be diranê meriv di pelokê da jî dişkê

Ya rast ez hinekî nerehet im, nikanim tiştekî binivîsînim. Dibê çend rojan nabênê bidimê.
Lê ez bi xwe nikanim, dibê her roj bloga xwe nuh bikim. Lema guh nadim êşa parsuyên xwe.

Meriv bêşans be diranê meriv di pelokê da dişkê. Di roja pêşî ya sala nû da bêşansiya min dest pê kir. Di bêşansiyê da ez yekî bêraqibim, kes nikane bi min ra qayişê bikşîne.

02 januari 2025

Sala nû û hin surprîzên wê

Jiyana min îro guherî, ket kerasekî din. Ji îro pê da ez û xanimê tenê bin. Zar û zêç, xort kes li ba me nema. Êdî ez û xanimê hevdu îdare bikin.

Zarok giş bi firê ketin û çûn. Yê dawî jî îro bar kir, got bi xatirê we.
Heta nuha xortê me Serhat Arda li ba me dima. 

Îro wî jî bar kir, çû bajarê Västeråsê. Li wir ji xwe ra kar û xanî dît. Pir baş bû, ew jî, em jî pir kêfxweş in.

01 januari 2025

Saleka din ji umrê min kêm bû

Dixwazim di vê nivîsa xwe ya pêşî ya sala nû da qala çend tiştên xwe yên şexsî bikim. 

Meseleyên din ên siyasî, hêviyên min ên ji sala nû bira bimînin ji nivîseke din ra. Bira nivîs nebe şorbe.

Li gorî tarîxa nufûsa tirkan dane min îro ez bûm 75 salî. Roj, meh ne rast e, lê sal rast e. Ez di sala 1950´î da hatime dinyayê. 

Bi vê sala nû ra saleka din mezin bûm û salek din ji umrê min kêm bû. Yanî li zirarê me.

PARVE BIKE