14 januari 2025

Bi serokên newêrek em nikanin bibin xwedî dewlet !

Nivîskarê brazîlî PAULO COELHO gotiye:

”Tu carî dev jê bermede. Gava dilê te westiya bi nigên xwe bimeşe, lê riya xwe bidomîne.
Tenê tiştek heye xeyala meriv bêîmkan dike, ew jî tirsa biserneketinê ye. ”

Du sed sal in em ji bo azadiya xwe, ji bo ku em bibin xwedî dewlet em ketine rê, dimeşin…

Di vê riya azadî û serxwebûnê da gelek kelem û astengî derketin pêş me, em marûzî gelek êrîşan bûn.

Lê me tu carî dev ji riya xwe, dev ji meşa xwe ya azadîyê û serxwebûnê berneda.
Û emê tu carî jî dev jê bernedin.
Em nêzî dawiya rê bûne. Dibê em bi wêrekî azadî û serxwebûna xwe bixwazin.
Li Kurdistana Rojava û Başûr wext û zemîna vê yekê hatiye.
Kesên newêrin serxwebûna me bixwazin, biparêzin dibê nebin serok û berdevkên me. Bi serokên newêrek em nikanin bibin xwedî dewlet ! 
Ji me ra rêber û serokên wek Şêx Murşîdê Xeznewî lazim in.

XXX

Berdevka Kurdistana Rojava ya têkiliyên derve Îlham Ahmed xanimê di axaftina xwe ya Parlamentoya Londonê da got, ”dibê Sûriye bibe DEWLETEKE FEDERAL, îdareyeke merkezî nikane bibe çareserî. Sûriyeke merkezî ewê rê li ber şer û kuştinan veke.”

Di Parlamentoya Londonê da gotina em federasyonê dixwazin pir muhîm e, hêjayî teqdîrê ye.

Heger Sûriye wek dewlet bimîne, ji hev da nekeve, bi rastî jî ancax federalîzim kane bibbe çareserî. Tu îdareyeke din nikane hewqas miletên ji nîjad, dîn, mezhebên cihê bi hev ra bihêle.

XXX

Parlamenterê DEM Partiyê yê Senbolê û endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder gotiye, efendim “Dewletê hîn biryar nedaye ka ewê bi kurdan ra şer bike, ya aştiyê çêke.”

Biçirîne, îcar Tirkiye û dewlet !

Kurro li Tirkiyê tu dewlet, mewlet tune ye, dîktatoriya şexsekî tenê heye. Hukûmet jî, meclîs jî, dewlet jî, artêş jî, sîstema edaletê jî, yanî li Tirkiyê her tişt Erdogan e.
Tu qala kîjan dewletê dikî?
Erdogan sîstema padîşahtiya osmanî bi paşda anîye. Dewlet, meclîs, hukûmet tenê nav e, di praktîkê da tu fonsîyoneka wan tune ye. Tu jî viya baş zanî, lê tu naxwazî vê rezaleta dewleta xwe îfşa bikî.

Mêrik bi demagojiyê serê teşkîlata Erdogan û Bahçelî mezin dike.

Li Tirkiyê dewlet, mewlet tune ye, here were rêxistineke Erdogan û şelafê wî Bahçelî heye. Dewlet Erdogan e, ew çi bibêje, çi biryarê bide ew e.

Sirrî Sureyya Onder vê rastiyê vedişêre, ji vê teşkîlata Erdogan ra dibêje "dewlet" ! 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar