14 januari 2025

Bi xebatê em kanin azad û serbixwe bibin

Konfuçyus gotiye:

”Heger tu dixwazî roj were ba te, ji siyê derkeve.”

Roj, li vir ronahiyê, azadiyê, xebatê, ilim û zanînê temsîl dike. Dibêje heger tu dixwazî di tarîtiyê nemînî berê xwe bide ronahiyê, rojê. Metirse.

Sî jî tarîtiyê, tirsê, newêrekîyê, teslîmîyetê sembolîze dike.

Heger em dixwazin ji bindestiyê, ji bin zulmê, ji heqaret û irqçîtiya dagikeran xelas bibin dibê em bêdeng nemînin, xwe di quncikên tarî da veneşêrin, dakevin qada xebatê, ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin.
Ya emê bixebitin û azad bibin, wek miletên din bibin xwedî dewlet, ya jî emê ebedîyen bindest bimînin û hêdî hêdî bibin bihelin, bibin tirk. Tercîh ya me ye.

XXX

-Merivên baqil ji kesên pir zêde, bêhed pesnê wan didin nefret dikin.

Louis Pasteur

Camêr qala şelaf û şalûzan kiriye, gotiye ji şelafan hez nekin, het aji wan nefret bikin.

Di dema osmanîyan da şelafî sinetek bû, şelafên paşan, zengînan hebûn. Karê wan şelafî bû.

Ev kultur, ev sinet di nava tirkan da hîn jî pir xurt û bi qîmet e. Bi sedan şelafên Erdogan hene. Çimkî pere tê da heye.

XXX

Ji Sadî Şîrazî pirsîne, sirê hertim tu bextewar î çi ye?

Şîrazî gotiye:

-Tiştê ne daimî dil nadimê

Sibe sireke,

nabim xemxurê wê.

Do xatireyek bû,

nakişînim hesreta wê.

Îro jî dîyarîyeke,

Dizanim qîmeta wê.

Kurmancîya wê 

Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar