Wek zexeliyên di nava zad da, di nav her miletî da jî
însanên xerab, dilreş, bêmerhemet, xedar û ehmeq hene. Lê bi dilekî rehet ez
kanim bibêjim yên tirkan ji yên her miletî pirtir û xerabtir in.
Ka bala xwe bidinê hin tirkan di medyaya
sosyal da li ser şewata ji serê salê da ye li Amerîkayê, li herêma Kalîfornîyê
dom dike, 24 însan şewitîne çi gotine.
Gelek tirkên dîndar di medyaya sosyal da gotine şewata li Kalîfornîya Amerîkayê heyfgirtin û cezakririneke Xwedê ye.
Xwedê bi vê şewatê amerîkiyan ceza dike. Li gorî tirkan ”edaleta Xwedê qet şaş nabe”.Di erdheja salek berê(6´ê sibata 2024)li
Tirkiyê û li Kurdistanê çê bû, 9 bajar bi erdê ra tepûduz bûn.
Herî kêm 60 hezar însan di bin kavilan da
mirin. Ji wiya ra dibêjin ”teqdîr î îlahî ye, lê şewata Kalîfornîyayê
”edaleta Xwedê” ye !
Tu dibêjî belkî şewatên daristan li welatekî din, li Tirkiyê çênabe.
Şewatên wiha, carnan mezin, carnan biçûk li her derê
çêdibe. Ya vê carê li 5 deran dest pê kir û ji ber hebûna bê nikanîbûn
vemirînin; dawî bû felaketeke pir mezin.
Kurd dibêjin Xwedê neyne serê dijminê min.
Lê kêfa gelek tirkan hatiye, gotine baş bûye.
Gelek tirk vê felaketa mezin a li
Kalîfornîyayê hatiye serê xelkê ji dêlî ku dilê wan bişewite, ew jî xemgîn
bibin, şewatê bi şerê Xezayê va girê didin, dibêjin Xwedê heyfa filistîniyan ji
Amerîkayê girt.
Ji van gotinên tirkan çend numûne:
-Hûn bişewitînin, hûnê jî bişewitin û edaleta Xwedê qet şaşiyê nake.
Yên piştgiriya Îsraîl bikin dibê bizanibin felaketeke wiha ne tesadufî ye.
-Ma hûn bawer dikin Xwedê ewê tiştê we li Xezayê kir ji bîr bike?
-Los Angeles dişewite, ji ber ku zulm tu carî bêceza namîne.
-Bajarê kesên digotin Xezayê mehû bikin, nuha di bin xweliyê da maye. Hûn
bişewitînin, hûnê jî bişewitin.
Îdeolojiya pan-tirkîzmê îdeolojiyeke irqçî, faşîst û bêmerhemet e, însan zalim
û xedar dike.
Dewlet di perwerdeyê da, di dibistan û zanîngehan da bi rengekî sîstematîk
mejuyê însan diçelqînin, însana ji empatiyê, ji însanîyetê dûr dixînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar