Ji bo ku Kurdistan çênbe, kurd nebin xwedî dewlet tirkan em pir êşandan, zulmên mezin li me kirin, gelek qetlîamên mezin anîn serê me.
Bi êrîş û midaxeleyên xwe yên dîrekt û îndîrekt him zulmeke mezin li me kirin,
dibê em vê zulma wan tu carî ji bîr nekin, him jî riya serxwebûnê li me pir
dirêj kirin.
Lê rê çiqas dirêj be jî diqede. Dawiya rê êdî ji me va xuya dike. Tirk hew kanin me veawiqînin, serî li me bigerînin.
Di qirma wan da çend fîşekên wan mane, ewê wan jî berra me bidin, lê boş e, em nêzî hênîya xwe bûne.
Lê em pir nêzî dawiya rê bûne, tirk xwe bidirînin jî Kurdistan,
dewleta kurdan ewê çêbe û ewê bibe bihuşta herêmê, bibe Baxê Îrem, cî meskenê, welatê evîn û azadiyê.
Tirkan xwestin nehêlin Kurdistanek çêbe, lê bi îhtîmaleke mezin ne yek tenê, çar
Kurdistan ewê çêbin. Tarîxê ev yek kiriye qedera me, berê çar Kurdistan ewê
çêbin. Dûra ewê çi bibe, ji nuha da texmînkirin zor e.
Nufûsa kurdan 40-50 milyon e, çar dewletên wan hebin normal e.
Ma 22 dewletên ereban tune ye?
Bira yên me jî çar bin.
Ne me, dijminên me em mecbûrî çêkirina çar Kurdistanan kirin.
Gava meriv rê li ber avê bigire, bendan li ber çêke, av riyeke din miheqeq ji
xwe ra dibîne û diherike.
Tirk ev dused sal e nehîştin em jî bibin xwedî dewleteke serbixwe, li welatê
xwe azad bijîn. Lê hew kanin rê li ber çêbûna Kurdistanê bigirin.
Dewletên bûn hevalên tirkan, bi kurdan ra qeleşî kirin û di perçebûna
Kurdistanê da roleke esasî lîstin, nuha ew jî poşman bûne, êdî wan jî fêm
kiriye heta miletê kurd nebe xwedî dewleteke serbixwe li herêmê aştî, rehetî,
îstîkrar ne mimkûn e.
Ji bo wê jî dewletên do hevalên tirkan bûn, dev ji
hevaltiya wan berdane, hêdî hêdî xwe nêzî kurdan dikin, dixwazin bi piştgiriya
kurdan şaşî û sûcên berê kirine telafî bikin.
Tirk ji vê yekê pir acizin, pir
dikin qaraqar, lê kes guh nade wan. Çimkî tirk ketina cepheya hêzên îslamî,
cepheya antî-Ewrûpa.
Wek min got, bi baweriya min tirk çi fêlbaziyê, çi zorbatiyê
û dînîtiyê bikin jî nikanin rê li ber çêbûna Kurdistana Rojava bigirin. Ewê ji
xwe ra xerabtir bikin.
Kurdistana Rojava ewê çêbe, tirk jî ji mecbûrî, wek Kurdistana Başûr ewê li
dilê xwe xin. Dûra ewê dor were ser Kurdistana Rojhilat û Bakur.
Pir ajot, riya me pir dirêj û zahmet bû, me zirar û zayîatên mezin dan, lê dawî
nêzîk e, Kurdistana şîrîn ewê çêbe.
Dibê serokên me wêrek bin, netirsin, bajon ser kozikên dijmin. Bi tirsê em nagihîjin tu mirad û mirazan. Mêrê tirsonek bi sîngê gewr û boz şa nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar