Partiya DEM´ê ji 3 kesan(Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan)heyetek ava kiriye.
Ev heyet di nabêna hukûmetê, PKK´ê, Evdila Ocalan da nabêncîtiyê dike. Xwedêgiravî bi hukûmetê ra diyalogeke nuh dane destpêkirin.
Endamê heyeta DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder îro gotiye:
“Parçebûna welat, du al, du ziman û mijarên bi vî rengî tu carî nebûne rojeva me.”
Helbet tiştên wiha ewê nebe rojeva wan. Ma mêrik dîn e ji kurdan ra welatekî serbixwe, alekê, otonomiyê, federasyonê û resmîbûna kurdî bixwaze.Ahmet Turk jî do gotibû:
”Ew otonomîyê, federasyonê naxwazin, daxwazeke wan a bi vî awayî tuneye.”
Yanî minaqaşeyek, guftugoyek li ser mafê kurdan tuneye, heyeta DEM´ê ji dewletê, ji hukûmetê ji bo kurdan tiştekî naxwaze; daxwazeke wan a otonomiyê, federasyonê, serbestkirina ala kurdî, resmîbûna du zimanan” filan û bîvan tuneye.
Ê madem ji bo kurdan tu tişt naxwazin, hûn otonomîyê, federasyonê, alê, meclîsê, ziman, statuyeke resmî di rojeva we da tuneye, wê demê ev heyeta çi ye, ji bo çi ye û ji kurdan ra ji dewletê çi dixwaze?
Ji bo kurdan felaketa herî mezin Ahmet Turk, Sirri Surreya Onder û Pervîn Buldan bûne berdevkên PKK´ê û kurdan.
XXX
Gava ez dibînim hin kes, hin siyasetmedar nivîsên dirêj li
ser gotinên Erdogan yên berradayî dinivîsin matmayî dimînim.
Erdogan ji bo dîyaloga, ”pêvajoya nuh” ya hin kurd pir pesnê
wê didin dibêje, werin teslîm bibin, wê demê emê we himêz bikin. Mêrik dibêje
em dixwazin terorê biqedînin, ji bo kurdan qala tu heqî, tu mafî nake.
Qala sekinandina êrîşên xwe yên ser Kurdistana Rojava nake.
Lê yên me dîsa jî wek ku li meydanê tiştekî cidî hebe bi
vizbûna heyeta partiya DEM´ê ya xapandinê kêfxweş xuya dikin.
Tirkan em pir pûç kirine.
Dibê her kurd ji Erdogan bipirse:
-Tiştên tu ji bo filistîniyan ji Îsraîl dixwazî çima tu bi
xwe nadî kurdan? Tu ji filistîniyan ra dewletê dixwazî, lê tu bi şîdet li dijî
dewleteke kurda ye. Tu qebûl nakî li tu derê kurd bibin xwedî dewleteke
serbixwe. Çima?
XXX
Hudapar ji bo filistîniyan dewleteke serbixwe dixwaze. Ji bo
ku Îsraîl dewleta filistîniyan qebûl nake,Hudapar Îsraîl rexne dike,tiştên pir
giran jê ra dibêje.
Lê ev Hudapar dewleta ji filistîniyan ra dixwaze ji kurdan
ra jî naxwaze.
Îsraîl rexne dike, lê di himêza Tirkiyê da ye.
Kurd viya dibînin lê dîsa jî dibin hevalê Hudaparê. Însan
çawa kane hewqasî bibe dijminê qewmê xwe meriv fêm nake.
Gelek tiştên hin kurd dikin û diparêzin fêmkirina wan zor e.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar