11 januari 2025

Ahmet Turk: Em otonomîyê, federasyonê naxwazin


Wekîlê serokê CHP Gokhan Gunaydin gotiye di civîna Heyeta Îmraliyê ya partiya DEM´ê û CHP´ê da Ahmet Turk ji wan ra gotiye, ”ew otonomîyê, federasyonê naxwazin, daxwazeke wan a bi vî awayî tuneye.”

Li gorî xebera Rûdawê, Gokhan Gunaydin di heqê hevdîtina bi heyeta DEM´ê ra ev agahî daye medyayê, wiha gotiye:

"Di ziyareta heyeta DEM Partiyê da hat gotin Abdullah Ocalan ewê banga çekdanînê bike.

Me ji wan pirsî, bangê were kirin, lê li hemberî wê çi tê xwestin?

Ahmet Turk ji me ra eşkere got,”Em otonomîyê, federasyonê naxwazin. Daxwazeke me ya wiha nîne.”

Heger ev gotinên Gukhan Gunaydin rast be(ez bawer dikim rast e, mêrik derew nekiriye)bi rastî skandaleke pir mezin e.

Du caran serokatiya belediya Mêrdînê bi darê zorê, bi bêhuqûqiyeke mezin jê sitendin, lê dîsa jî qet ne xema wî ye, dîsa jî ne wek kurdekî, wek tirkekî dilşewatê welatê xwe peyivîye. 

Erdogan û Bahçelî çi tînin serê wî jî qet aciz nabe, xwe ji wan naxeyidîne.

Bêtalihiya herî mezin yên wek Ahmet Turk, Srirrî Sureya Onder û Pervîn Bûldan bûne berdevk û nûnerên kurdan. 

Gava meriv Ahmet Turk bi serokên xelkê ra miqayese dike, meriv şerm dike, dibêje xwezî tunebûya. Kesên wiha tirsonek di demeke wiha da dibê nebin berdevkên kurdan. Dibê em heqê xwe, azadiya xwe bi mêranê bixwazin. Îro ne ew roje meriv tirsonekekî wek Ahmet Turk bide pêş. 

Kurdên ray dane Ahmet Turk û partiya DEM´ê dibê dakevin kolanan û Ahmet Turk û DEM´ê protesto û şermezar bikin.

Kurd çawa otonomiyê, federasyonê naxwazin yaw?

Wê demê qotika dilê xwe dixwazin?

Ev 40 sal e kurd şerekî ji bo azadiyê dikin, bi hezaran şehîd dane, bi hezaran gund hatin şewitandin, bi dehan bajarên Kurdistanê wêran bûn. Bi milyonan kurd ji Kurdistanê hatin derxistin, demografiya Kurdistanê hat guhertin.

Bi hezaran kurd hatin girtin, di zindanên tirkan da mirin, 30 salê jiyana xwe di zindanan da bihurandin.

Ev micadele, liberxwedan, malwêranî hemû ji bo çi bû?

Heger partiya DEM´ê û Ahmet Turk ewê ji kurdan ra otonomiyê, federasyonê nexwazin wê demê çima û ji bo çi hene?

Partiya DEM´ê û Ahmet Turk ji hukûmeta AKP´ê, ji dewletê ji bo kurdan çi dixwan?

Dibê viya eşkere bibêjin.
Gerek miletê kurd vê pirsê miheqeq ji wan bike!
Ahmet Turk, ma kurdan ji bo ku hûn bibin parlamenter û meaşekî baş  bigirin rayên xwe dan we û hûn şandin meclîsa tirkan?

Dibê kurd, kesên ray dane Ahmet Turk û parlamenterên DEM´ê bi pêxîlan van kesan bigrin û ji wan bipirsin:

-Heger hûn ji bo kurdan otonomiyê, federasyonê naxwazin wê demê hûn çi dixwazin, viya eşkere bikin !

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Amedê gelek derew, gotinên pelapûçî, bêmane, vala li ser ”biratiya tirkan”, li ser xwedêgiravî ew ji kurdan pir hez dikin li dû hev rêz kirine,

Hin medyayên kurdî jî axaftina Erdogan dûr û dirêj daye. Ne hewceye meriv hewqas gotinên beradayî yê neyarekî miletê kurd, fena ku tiştekî cidî, muhîm gotibe bike kurmancî û belav bike.

Ji bo kurdan tu tiştekî nuh û muhîm negotiye, demagojiyên hertim dike dubare kiriye.

Ji bo çi hûn van gotinên wî yên vala belav dikin?

Di axaftina Erdogan tiştê girîng, hêjayî belavkirinê çi ye?

Tiştekî jî tune ye, henekê xwe bi kurdan kiriye, qurretî kiriye û barek derewên bi boçik li dû hev rêz kirine.

Dibê meriv van gotinên berradyî muhîm nebîne û qet belav neke. Heyfa keda we ye. Ne hêja ye meriv bixwîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar