11 januari 2025

Kurdên hevalên dewleta tirk jî ji nasyonalîzma kurdî pir ditirsin

Mehmet Metînerê zilam û heyranê dewleta tirk jî wek tirkan ketiye panîkê, di debatekê da gotiye:

”Pêleke pir xurt a nasyonalîzma kurdî tê. DEM partîyê jî, Evdila Ocalan jî derbas dike, ew jî nikane vê pêlê bisekinînin.
Ez viya wek tehdîdekê nabêjim. 

Heger Tirkiye ser wê negire, viya li gorî berjewendiyên Tirkiyê îdare neke, jê ra mecrayên maqûl veneke emê mixatabên gelek gelşên mezin bibin.”

Jixwe sebebê Devlet Bahçelî û Erdogan dîsa dest bi hin fêlbaziyan û demagojiyên xapandinê kirine tirsa ji vê pêla nasyonalîzma kurdî ye.

Ew jî dibînin kurd êdî ne kurdên berê ne, xapandina wan bi îdeolojiyên çepîtiyê, bi biratiya dîn û îslamê êdî xapandina kurdan pir zor bûye.

Kurdên çep ji zûda ye bi xwe hesîyan e, tirk êdî nikanin wan bi virên çepîtî bixapînin.
Yên di destê tirkan da mane kurdên dîndar, îslamî ne. Lê di nava wan da jî şiyarbûneke baş heye, ew jî êdî şiyr dibin û doza azadî û serxwebûna miletê xwe dikin.

Tirk vê şiyarbûna kurdan dibînin û pir ditirsin. Memet Metîner ji tirkan ra qala vê pêlê kiriye, gotiye dibê em bi hev ra taktîkeka nuh a xapandinê bibînin. Dibê em kurdan li Rojavayê Kurdistanê zêde neêşînin, ev yek kane ji bo Tirkiyê tiştên pir xerab bi xwe ra bîne.

Şikir kurd bi saya medyaya sosyal û vê teknolojiya nuh hêdî hêdî şiyar dibin, êdî guh nadin vir û demagojiyên tirkan û hêvîya Evdila Ocalan ewê mesela kurda çareser bike.

Heger tirk samîmî ne, naxwazin tiştê anîn serê êrmenîyan bînin serê me jî, naxwazin tevahiya Kurdistana Rojava bikin Efrîn, dibê tavilê bela xwe ji kurdên Rojava vekin, çeteyên xwe neşînin ser kurdan û li bakur jî bi nûnerên miletê kurd ra rûnin, bi hev ra destûreke nuh ya federasyonê qebûl amade bikin.

Wekî din tirk, PKK, Oclan, kî çi bibêje serîlêgerandin e, lîstika tirka ye. Tirk dixwazin çi bidin me, bira bibêjin, bira eşkere bikin.

Dibê em bi hin leqleqên vala, bi çûn hatinên bêsûd ên delevêrên tirkan nexapin. Dewleta bixwaze bi kurdan ra li hev bike, mafê miletê me bide vê zulmê li kurdan nake, belediyên kurdan yek bi yek ji wan nastîne.

XXX

i nav me kurdên Kurdistana Bakur gelek merivên pir xerab, yên neyarên qewmê xwe, yên bûne rêberên dijmin derketine. Pir har in.Pir har in. Dijmin tim wan didin pêş, wan bera kurdan didin.

Hakan Fîdanê wezîrê karên derve yê Tirkiyê kurd e, lê neyarekî xedar yê miletê xwe ye.

Vî xwefiroşî gotiye, ”bêwelat, bêdewlet hîştina filistîniyan tu carî nayê qebûlkirin…”

Bêdewletbûna filistîniyan qebûl nake, dibêje gerek dewleteke filistîniyan çê bibe, lê ji bo miletê xwe eksê wê dike. Xwefiroş bûye wezîrê dijmin û çi xerabî ji destan tê li miletê xwe dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar