Parlamenterê serbixwe Mehmet Salîm Ensarîoglu jî xwe di ber hin kurdên tirkçî, Tirkiyecî ra kiriye, gotiye,”berê kurdên Îraqê, Îranê û Sûriyê li Tirkiyê ye.”
Helbet Mehmet Salîm Ensarîoglu zane ev îdîa wî ne rast e, kurd sed qatî ji ereb û farisan bêtir li dijî tirkan in. Û herî kêm ji sedî 99´ê tirkan jî ji kurdan nefret dikin.
Ev demeke hin kurdên bi fikir û daxwazên xwe bûne berdekên tirkan li ser navê kurdan dibêjin kurdên herçar perçeyên Kurdistanê dixwazin tevî Tirkiyê bibin, yanî ne serxwebûnê, bindestiya tirkan dixwazin.
Wer bawer dikin bi van şalûziyan ewê dilê tirkan xweş bikin û zirarê nedin kursiyên xwe yên meclîsê.Îdîayeke wiha ne tenê dereweke bi boçik e, bêexlaqî û zilamtiya tirkan e jî.
Tu dibêjî belkî li her çar perçên Kurdistanê referandûmek çêbûye, piraniya
kurdan li dijî serxwebûnê derketine, gotine em ne Kurdistaneka serbixwe,
bindestiya tirkan dixwazin.
Li Kurdistana Başûr di sala 2017´a da ji sedî 93´ê kurdan serxwebûn xwest.
Miletê kurd dixwaze bibe xwedî deleta xwe.
Kurdên bûne berdevkên tirkan pir bûne, ew bi xwe ji bindestiya tirkan, ji
bêdewletiyê memnûn in, wer bawer dikin kurd giş wek wan in. Rastî ne wisa ye.
XXX
Ereban, farisan, tirkan welatê me bi darê zorê ji me
stendine, yanî dagir kirine.
Ev ne derew e, ne buhtaneke li ereban, farisan û tirkan.
Dibê siyasetmedarên me biwêribin vê rastiyê li her derê bibêjin û azadî û
serxwebûna xwe bixwazin.
Lê belê ew heqê me nadin, ya jî dixwazin tiştekî pir hindik
bidin. Ev yek nabe sebebê em jî qala rastiyê nekin, azadî û serxwebûna xwe
nexwazin.
Deynê meriv li yekî be, nede, ya jî bixwaze piço piço bide.
Meriv red nake, tiştê kanibe jê tahsîl bike jê digire. Feqet dev ji deynê xwe
yê mayî bernade.
Tirk ereb, faris deyndarên me ne, heqê me xwarine. Îro em
nikanin deynê xwe bi tavayî ji wan bistînin, dixwazin li texsîdan girê bidin.
Dibê em viya red nekin.
Lê di eynî wextê da ji deynê xwe jî nebihurin.
Mimkûn e îro em nikanin ji Sûriyê veqetin û serxwebûna xwe
îlan bikin.
Lê ji ber ku wiha ye ne rast e em serxwebûna xwe,
federasyonê nexwazin.
Daxwaza me ya li Sûriyê ya herî kêm dibê federasyon be,
serokên kurdan li her derê viya bibêjin û bixwazin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar