Xanima bi navê Anahîta Êlo di malpera Saziya Zimanê Kurdî(SZK)da carnan hin gotinên kurmancî yên hatine jibîrkirin, kêm tên bikaranîn, haya gelek kesan ji wan gotinan tune ye belav dike.
Xanim karekî baş dike, bi parvekirinên di medyaya sosyal da gelek kes gotinên
nizanin, nebihîstine fêr dibin.
Gava însan gotineke fêr dibe bi kar tîne, ew gotina li ber mirinê, wendabûnê ji
nuh ve ruh pê da tê, zindî dibe.
Çimkî gelek însan hin gotinan çêdikin, ya jî şaş tê bîra wan, navên hin lawiran, hin aletan, hin tiştan nizanin, ji ba xwe çê dikin.
Hal bû li herêmeke din navê wan tiştan bi kurmancî heye, lê ew nizane.
Çend roj berê Anahîta Êlo xanimê navdêrek bi navê ”dêleşêr”, yanî şêra mê belav kir.
Min di binê parvekirinê da nivîsî, min got:
”Kurd ji şêra mê ra dibêjin ŞEPAL, nabêjin "dêleşêr"!
Dêl, dêlik ji kûçika mê ra tê gotin. Eyb e, navê dêlikê li
ŞEPAL´ê nekin !
Her derewê belav nekin...”
Bi kurmancî navê şêrê nêr şêr e, ya mê jî ŞEPAL e. Meriv ji şepalê ra nabêje
”dêleşêr” !
Ji bo însên jî wek sifet tê bikar anîn, heger mêr be, meriv dibêje wek şêrekî
ye, şêrgele ye.
Heger jin be, meriv dibêje, wek şepalekê ye, ya jî şêr û şepalên me derbên
mezin li dijmin xistin.
Heger meriv ji ŞEPAL´ê ra bibêje ”dêleşêr” çewt e, şerm e.
Çimkî dêl, dêlik navê kûçika/sega mê ye.
Mimkûn yê ew gotin şandiye navê vê ŞEPAL´ê nebihîstiye, lema ew navdêr(dêleşêr)
çêkiriye.
Lê SZK dibê her gotina jê tê parve neke.
Lêbikole, li ferhengên dîjîtal binêre, hela navekî din heye ya na.
Ne ku kê çi şand bêyî ku tetkîk bike hema belav bike.
Gotineke şaş dema têkve devê însên, gava bi nivîskî belav bibe rastkirina wê
pir zahmet dibe.
Lema dibê meriv di belavkirina gotinan da pir dîqet bike. Bikaranîna gotineke
biyanî, navekî bi zimanekî din ji bikaranîna gotineke şaş sed qatî baştir e.
Wek gotina ”ez jiyan dikim”.
Ev lêkera ”jîn, jiyan”ê bi formeke şaş ketiye devê hin kesan ji devê wan
dernakeve.
Însan ji dêlî bibêjin ez li Amedê dijîm, dibêjin ez li Amedê ”jiyan dikim”.
Ji dêlî bibêje, ez deh salan li Mêrdînê jiyam, dibêje ”ez deh salan li Mêrdînê
jiyan kirim, min deh salan li Mêrdînl jiyan kir.”
Ya jî ji dêlî bibêjin, ”bi min zor hat, bi min ne xweş hat, bi min tahde hat”,
dibêjin ”zora min çû, pir zora min çû....”
Numûneyên wiha pir in, her roj bi vê forma şaş tên bikaranîn.
Gotina ŞEPAL, ŞEPAL´ê di gelek şiîrên kilasêkên me da derbas dibe.
Di şiîra Şox û Şengê ya Melayê Cizîrî da, di şiîrên Melayê Bateyî da û di şiîreke
Bro Omerî da jî ŞEPAL di maneya şêra mê da hatiye bikarnîn, pesnê şepalê hatiye
dayin. Ez wan hersê şiîran jî li jêr parve dikim.
Şox û Şengê
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo `ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min
Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan `eql û hiş man
Sa`eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min
Serwinazê serferazê
şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min
Bejn û bala tûx û `ala
Min kirin vêk ra mutala
çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j` xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min
Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir dil ji min
Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
Melayê Cizîrî
XXX
Şepala kê yî tu?
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat û nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şoxbejn û bala kê yî tu
Bo Xwedé ka bêje min, kanî ŞEPALA kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhi xala kê yî tu
Melayê Batêyî
XXX
Du numûne:
Ew şêr û baz in li çolê
Li Serhedê û li Torê
Sed seg berdane derdorê
Şepala min tu çawa yî?
Şepala li lata gelî Birîndar e, kûr dinalî
Se direyin li her alî
Hewara min tu çawayî?
Bro Omerî

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar