16 januari 2025

Terorîstê Înterpol û Tirkiye lê digere li Sûriyê bûye pûlis


Terorîstê Înterpol û xwedêgiravî Tirkiye bi bultena sor lê digerin, di nav refên HTŞ´ê da li Lazqîyê wek serokê pûlisan lotikan dide xwe.

Tirkiyê xwedêgiravî 20 milyon TL dîyarî dabû serê endamê terorîstê El Qaîdê Recep Baltacî.
Dûra navê wî xistine nav kesên mirine.

Lê mêrik sax e, kadirekî HTŞ´ê ye û li Lazqîyê amîrekî pûlisa ye.

Recep Baltacî di sala 2017´a da ji deoza El Qaîdê hate girtin, 7 sal û 6 meh ceza danê. Lê bi hokuspokusekê hat berdan û ”reviya.” Yanî şandin dereke din.

Baltacî dûra di El Nusrayê, Daîşê û HTŞ´ê da gelek wezîfeyên muhîm girt ser xwe. Navê xwe kir El Musab el Turkî. Bi bultena sor li her dera dinyayê lê dihat gerandin, lê ew herî dawî di nav refên HTŞ´ê da bû xwediyê rutbeyên bilind.



Recep Baltacî li tîyatroya tarîxê ya Palmîrayê serî jêkir, însan înfaz kirin û vîdeoyên wan belav kir.
Nuha jî mêrik li Lazqîyê amîrê pûlis e û rismê xwe jî belav kiriye.

Recep Baltacî di 11´ê meha 12´a ya sala par da li perava derya Lazqîyeyê  vîdeoya xwe kişandiye û belav kiriye.

Li gorî Alî Ammar di X´ê da nivîsîye Recep Baltacî him Tirkiye lê digeriya, him jî Înterpol. Lê Tirkiyê Recep Baltacî mirî nîşan daye. Ji Înterpolê ra gotine ew miriye. Tirkiyê li Idlibê wezîfe dayê, lê ji bo ku negire, gotine mirîye.  


XXX

Tirkiye û Îsraîl xwe li hev sor dikin. Îhtîmala li Sûriyê bi hev kevin ne hindik e.

Serokê Tirkiyê rojê gefê li hinekan dixwe. Îro jî gef li Îsraîl xwar, got”divê Îsraîl dev ji êrîşên xwe yên ser axa Sûriyê berde. Berovacî wê ewê encamên giran derkevin holê û ji bo her kesî ne baş be.”

Yanî mêrik gotiye emê li we xin. Çimkî ew Sûriyê û Kurdistana Rojava êdî wek ya xwe dibîne.

Wezareta karên derve ya Îsraîl bersîveke pir sert da Erdogan, got yê êrîşkar Tirkiye ye û baştir e Erdogan xwe ji van gefên bêweta dûr bigire.

Erdogan jî wek Pûtîn har bûye, lê rojekê ewê li yekî gunreş rast were. Îsraîl ne kurd in, ne Sûriye ye û ne Îraq e.

Hêvî dikim bela xwe di Îsraîl bidin.

XXX

Li gorî rojnamevan Abdulkadir Selvî, Erdogan gotiye, “Hevs mevsa malê tune ye. Ji xwe ew jî naxwaze derkeve, van tiştan ji ku derdixin? Tiştekî bi navê efûyê tune ye. Ji qatilê pitikan ra efû ebeden tune ye.”

Bala xwe bidin retorîka mêrik, ji devê wî kîn û nefret dibare.

Yanî îdîayên ewê Evdila Ocalan derxin hevsa malê, ya jî ewê efûyeke giştî derxin hemû gotegotên bêbingeh in, hin kes ji ba xwe van îdîayên bêbingeh belav dikin.

Tiştê xuya ye Erdogan dev ji neyartiya kurdan bernedaye, tiştekî bi navê ”pêvajoyke nuh tune ye, hin kes ji xwe ra xewnan dibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar