Tarîxê ji kurdan ra li Kurdistana Rojava û Başûr tu carî fersendeke hewqasî baş peyda nekiriye. Bifikirin, Amerîka bi tonan sîlehên giran dide kurdan. Fransayê dron dane kurdan.
Vanan tiştên pir mezin in. Me kurdan di tarîxa xwe da tu carî alîkariyeke wiha mezin, piştgiriyeke hewqasî ji dil nedîtiye.
Dinya ji me ra dibêje, tifaqa xwe çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe. Em li pişta we ne.
Me tirk neqawt kirine, di saha navnetewî da li hemberî şervanên kurd û Mezlûm Abdî têkçûne, perîşan bûne.Rûmet û îtîbara serokê Tirkiyê li Dinyayê daketiye
binê sifirê, giranîya wî, qîmeta gotinên wî bi qasî ji sedî yekê Mezlûm Ebdî jî
tune ye.
Kurd muhteşm in, bi egîdî û qehremeniyên xwe dinya kirin heyranê xwe.
Heger serokên kurdan jîr û jêhatî bin, kanibin tifaqa xwe çêkin li Kurdistana
Rojava herî kêm ewê bibin xwedî federasyon. Belkî jî here bigihîje serxwebûnê.
PDK û YNK jî dibê li derî vê tifaqê nemînin, ew jî piştgiriya birayên xwe, kurdên rojava
bike.
Serdana Mezlûm Ebdî ya Hewlêrê û hevdîtina wî ya bi Mesûd Barzanî ra pir muhîm e, tarîxî ye.
Hêvî dikim îro sibe mizgîneke xêrê û tifaqê were belavkirin. Milet li bende wê ye.
Gerek Mesûd Barzanî bi wacibê xwe rabe û di cepheya birayên xwe da cî bigire.
Gerek him hukûmeta xwe zû ava bikin, hêzên xwe yên leşkerî, aborî, îdarî, emnî
bikin ye, him jî destegê bidin birayên xwe yên rojava. Ji bo yekrêzîyê zextê
bidin ser ENKS´ê. Îro ev şert e. Eksê wê malwêranîye.
Eksê wê hevalbendiya Tirkiyê, HTŞ´ê û OSO´yê ye.
Dewletên do Kurdistan perçe kirin îro gişk li pişta kurdan in û dixwazin kud
bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Azadbûna kurdan li Rojavayê Kurdistanê kane hîmê pêşî yê avabûna Kurdistana serbixwe be.
Tirkan ev yek ferq kiriye, lema wek rûvî û çeqelan waqe waqa wan e, dibêjin
bekea me di talûkê da ye.
Sicîl û secereya HTŞ´ê û serokên wê pir xerab e, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê viya baş zanin, gişt terorîstên serî jêkirine.
Qatilên wiha bi kurkirina riyê,
bi guhertina kincan û girêdana qerewatê naguherin. Amerîka viya baş zane. Lema
jî Amerîka, Ewrûpa baweriya xwe bi HTŞ´ê naynin. Guh nadin tirkan jî. Jixwe di
civîna Îtalyayê da tew ban tirkan jî nekirin.
Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa dixwazin Sûrîyeke demokratîk û federal çêbibe.
Tirkiye bi xurtî li dijî Sûrîyeke demokratîk û federal e. Tirkiye dixwaze
rejîmeke dîktator, îslamî hebe, ji bo ku mafê kurdan qebûl neke.
Lê Tirkiye ketiye feqê, di avakirina Sûriya nuh da ne xwedî hukim û giranî ye.
Guh nedin fortên wan ên vala.
Tirkiye ya ewê Sûriyeke demokratîk, federal qebûl bike ya jî
ewê bi terorîstên îslamî ra şerê Amerîkayê, Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê bike. Herdu
altarnatîf jî li kara me ye.
-Rayedarekî Amerîkî: Washington dê piştgiriya bi HSDyê rebidomîne
-Senatorê Brîtanyayî Peter Hain: Divê em Kurdan tenê nehêlin
-Marco Rubîo:Parastina Kurdan di berjewendiya Amerîkayê de ye
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar