Serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî îro li paytexta Kurdistanê Hewlêrê bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî ra hevdîtinek kir.
Di hevdîtinê li ser rewşa Kurdistana Rojava, gelş û astengiyên li pêş hevkariya kurdan hatiye rawestandin.
Bi texmîna min ev hedîtin bi zor û zextên Amerîkayê û Fransayê pêk hat. Ne zora wan û hin dostên me bûya belkî jî ev hevdîtin nebûya. Lê bi derengî be jî, bi zexta xelkê be jî pêşketine musbet e, pir baş e. Hêvî dikim herdu alî jî ji dil û samîmî bin.Li ser hevdîtinê agahiyeke fireh nehatiye belavkirin. Lê helbet Mezlûm Ebdî ji bo girtina rismekî neçûye Hewlêrê.
Miheq li ser tiştên muhîm, li ser hevkarî, yekrêzî û tifaqa di nabêna hêzên kurdan da rawestiyane û hin biryar girtine. Hêvî dikim wiha be.
Ev rismê di medya sosyal da belav bû dilê kurdan dostên wan xweş kir, dilê neyar û xêrnexwazên miletê me jî qutifand û reş kir.
Hêvî dikim vê serdana Mezlûm Ebdî hevkariya herdu aliyan
saxlem kiribe.
Di rojeke wiha da gerek miletê kurd xeyalşikestî nebe. Serokên
kurdan yên her çar perçên Kurdistanê dibê hemû nakokiyên nabêna xwe bidin
alîyekî û wek bira bi hev ra siyaseteke netewî, mişterek bimeşînin.
Tirk ji vê serdanê, ji vî rismî ewê pir aciz bibin û dev li hevir û daran kin, ewê dîsa hin gefên mezin li kurdan bixwun. Tişt nabe, boş e, gefên wan êdî wek fisên tajîyan e.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar