Çavên însanan êdî bi rê da jî, dema meşê da jî wer di telefonê da ye. Gava bi rê da diherin jî li telefonên xwe dinêrin, bi koranî dimeşin.
Telefon bûye tiştekî wer di destê însanan da ye, gav û seetê pê mijûl in.
Haya wan ji der û dora wan tuneye, kanin di kortekê, di çahlekê wer bin, li
tiştekî biqelibin.
Însan bûne narkomanên, muptelayê telefonê, bi rê da, dema dimeşin jî
telefon ji destê wan nakeve, çavên wan wer di telefonê da ye.
Di otoboz û tirên, tramvayê da jî eynî tişt e, telefona her kesî di destan da ye û bi tilîkên xwe li ser ekranê dibin û tînin...
Di gerra min û xanimê ya do da keçikek û lawikek rastî me hatin, lê kelek hev dimeşiyan.
Li ber xwe mêze nedikirin, bi hev ra nedipeyivin, çavên herduyan jî di
telefonên di destên wan da bû û bi koranî dimeşiyan.
Erdê bûz girtibû, kanîbûn bişemîtiyana,
ne li pêş xwe, ne li der dora xwe
nedinêrîn; çavên herduyan jî di telefonê da bû.
Me xwe neda alî li me diqelibîn. Însan çawa ketin vî halî ez nizanim. Telefon
ji mumtelatîya cixarê, alkolê û narkotîkayê jî xwerabtir bûye.
Ez bawer dikim tesîrên xerab li ser kesên telefonê zêde bi kar tînin pir e.
Însan viya zanin lê dîsa jî jê qut nabin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar