17 januari 2025

Gerek kurd li Sûriyê bêyî federasyonê tiştekî din qebûl nekin

Çar pênc roj berê berdevka hukûmeta Kurdistana Rova ya têkiliyên derve Îlham Ahmed xanimê li Londonê, di axaftina xwe ya meclîsê da got, dibê sîstema Sûriyê federal be, sîstemeke merkezî ewê bi xwe ra tevlihevî, teşxele û şer bîne. Ji bo Sûriyê çareserîya herî baş federalîzim e.

Daxwazeke rast û di cî da ye. Me jê ra li çepika xist, me got rast e, dibê daxwaza kurdan federalîzim be, gerek kurd, PYD, HSD tiştekî ji federalîzmê kêmtir qebûl nekin.

Gerek kurd xwedî statuyeke qanûnî bin û kanibin xwe biparêzin. Dibê kurd li welatê xwe desthilat bin, ew xwe îdare bikin.
Lê ez bala xwe didimê ji nav cepheya Îlham Ahmed û hukûmetê hin dengên cuda tên, hin tiştên tevlihev, tiştê li dijî federalîzmê tên gotin.
Di medyayê da ez rastî hin îdîayên wisa hatim.
Hêvî dikim tişên li dijî daxwaza Îlham Ahmed, federalîzmê tên gotin ne rast be.
Gerek kurd tu sîstemeke ji federasyonê kêmtir qebûl nekin. Dibê kurd xwedî meclîs, xwedî hukûmet, xwedî asayîş û artêş bin. Kanibin xwe biparêzin.
Di tarîxa me da piştgiriyeke hewqasî mezin tu carî ji bo me peyda nebûye. Îro dinya piştgiriya me dike, destegê didin daxwaza me ya serxwebûn û federalîzmê.

Gerek kurd qedrê vê piştgiriya mezin bizanibin û sûdê jê bigirin. Dibê em vê piştgiriya îro ji me ra çêbûye ji dest xwe nedin. Federasyon hindik e, ne pir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar