18 januari 2025

Li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî tirk bêdeng in

Li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî bêdengiya tirkan bi min pir xerîb tê.

Ne Erdogan, ne jî berpirsekî hukûmeta AKP´ê li ser hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî heta nuha tu reaksîyon nîşan nedane. Ev bêdengiya wan ne normal e.
Di normalê da tirk naxwazin kes bi Mezlûm Ebdî ya jî bi berpirsekî PYD´ê, HSD´ê ra hevdîtinê bike. Dibêjin ew terorîst in, PKK ne.

Lê vê carê bêdeng in. Ez bawer nakim tirk îşê xwe ji hevdîtinên nabêna kurdan neynin, bêdeng bimînin. Miheqeq sebebekî vê bêdengiya wan heye.

Ji ber ku YNK´ê têkiliya xwe ji PYD´ê, HSD´ê qut nekir, Tirkiyê ambargo danîye ser Silêmaniyê, çûn û hatina balafiran qedexekirine.

Lê li ser vê hevdîtina Mezlûm Ebdî bi Mesûd Barzanî ra tirkan xwe kerr, bêdeng kirine, ne baş, ne jî xerab tiştek negotine.

Belkî jî çûna Mezlûm Ebdî bi dilê wan e jî, wan jî xwest ev hevdîtin bibe. Ez bawer nakim Mesûd Barzanî bêyî haya wan ev gava avêtibe. Lê ji bo çi ev gav avêtibe jî baş e, ENKS ji Tirkiyê dûr keve li kara kurda ye.

Heger wiha be miheqeq pilanek, zindîqiyek wan heye. Ne mimkûn e tirk li hemberî tifaqa kurdan bêdeng bin.

Ji bo ku HSD´ê, PYD´ê zeîf bixînin, daxwazên wan yên federasyonê kêm bikin gelek rê û metodan bi kar tînin. Her tişt ne zor û êrîşên eşkere ye, di bin ra jî gelek tiştên em nizanin dikin.

Miheqeq pilanên wan a  A, B, C, D hene, bi dor ewê biceribînin. Tirk bi van alternatîfên xwe ewê kanibin çi bi dest xin ji nuha da ne xuya ye. 

Kî çiva bide xwe, ji tifaq û hevkariyeke netewî bireve, siyaseteke parelelî a tirkan bajo ewê têk biçe. Milet bêtifaqiyê, hevalbendiya bi dijmin ra qebûl nake.

XXX

Piraniya kurdan êdî ji serokan hevkariyê, tifaqê,dostiya nava partiyan dixwaze.

Kurd êdî wek berê bi rehetî nabin mirîdên serokan, şexsan û zilamên partiyan.

Ji bo wê jî serokê guh nede vê meyla milet ewê îzole bibe û were afarozkirin. Milet êdî serokan mecbûrî hevkariyê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê serokê, kesê bi hin hincet, qal û qîlên vala xwe nêzî hevkariyê, tifaqê neke ewê were riswakirin. Ev zexta milet a li ser serok û siyasetmedarn pozîtîf e, pir baş e. Gerek însan nebe mirîdê serokan û şaşiyên wan neparêzin.

XXX

Min ji van filîstîniyan tiştek fêm nekir. Malwêranî û perîşaniya xwe jî wek wek zaferekê, wek serketineke mezin pîroz dikin.

Li gorî beyanên berpirsiyarên filistînî heta nuha herî kêm 45 hezar filistînî hatine kuştin. Xeza ji kok da wêran bûye.

Lê xelkê dîsa jî peymana agirbestê bi kêf, bi şahî, bi zilxit û lîrandin pîroz kir.

Malxerabno, mala we şewitîye, 45 hezar însan hatine kuştin, Xeza hema hema bi tevayî bûye moloz, buxur û xwelî.

Lê hûn dîsa jî di nav molozên kuçan da xwe hildukutin, bi coşeke mezin zafera xwe pîroz dikin.

Xwedê aqilekî bide we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar