Dema meriv dest bi karekî, micadeleyekê kir dibê hedefa meriv diyar be, meriv bizanibe dixwaze çi bi dest xîne. Dûra jî çi lazim e, çi hewce ye dibê meriv wê bike.
Me biryar daye dibê em ji bindestiya tirk, ereb û farisan
xelas bibin, bibin xwediyê dewleteke serbixwe.
Hedefa me ev e.
Ji bo gihîştina vê hedefê jî stratejî, taktîk û xebeta lazim
e. Di vê riyê da helbet emê gelek taktîkan bi kar bînin, gelek riyan, têkiliyan,
tifaqan û metodên cihê biceribînin.
Yanî ji bo ku em zû bigihîjin hedefa xwe ji me ra çi lazim
be, çi baş e, çi bi fêde be emê wê bikin.
Li Kurdistana Rojava ji me ra çi baş e dibê em wiya bikin û her tiştê xerab, bi zirar red bikin. Ji me ra tifaqa netewî lazim e, ev şert e, lema jî dibê em wê bikin. Daxwaza me jî îro federasyon e. Serokên me gerek ji vê daxwazê danekevin.
XXX
Xwişk û birayên ezîz, dibê em xusûsîyeteke tirkan baş
zanibin,tirk heta zorê nebînin,heta mecbûr nebin tu mafî nadin kesî.
Tu milet bi rehetî ji tirkan veneqetîya ye.
Heta serê wan neyê şikandin mafê kesî nadin.
Hewildanên aştî, maştîya bi tirkan ra keftelefteke badilhewa
ye.
Qet xwe belasebeb newestînin, tirk bi rehetî mafekî herî
biçûk jî nadin me kurdan û bela xwe ji me venakin.
Bi darê zorê welatê me ji me girtine, dijêjin heger kurd
azad bibin tirkên mahcir ewê biqedin.
Miletên din jî, yûnan û ereb jî ewê wan ji waltê xwe
derxînin. Lema tim qala bekayê dikin.
Bi zorê ketine welat, gund, bajar û malên xe. Ji bo ku malên
xelkê ji wan ra bimîne çareyê di zulmê da, di qetlîaman da dibînin.
XXX
Tirkiye ev çend roj in sivîlên Bendeva Tişrînê diparêzin
bombebaran dike. Di bombebaran îro da 4 sivîl kuştine kes kes jî birîndar in.
Ev gurên har ji vexwarina xwîna kurdan têr nabin. Kuştina
sivîlan, êrîşên tirk her roj dikin ne mêranî ye, namerdî ye.
Ew çi hovîtiyê bikin jî emê van mahcirên barbar ji welatê
xwe derxînin.
XXX
Mezlûm Ebdî do bi generalê CENDCOM´ê yê amerîkî Michael Erik Kurilla ra
civiya ye, rewşa Kurdistanê,Sûriyê û êrîşên Tirkiyê û çeteyên girêdayî Tirkiyê
minaqaşe kiriye.
Gava Erdogan,Fîdan vî rismî dibînin gelo dikevin çi halî?
Bi texmîna min psîkolojiya herduyan jî xera dibe, bi hutikan bi serên xwe dikevin, porên xwe dirûçikînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar