Dewleta tirk a faşîst komedyenê bi nav û deng, mîrê henekên kurdî Bavê Teyar(Cuma Xelîl)jî kuşt.
Dewleta tirk bi vê barbariya xwe bi Bavê Teyar ra henekên me, pêkenokên
me jî kuşt.
Bavê Teyar hunermendekî jîr û jêhatî bû, ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji mîzaha miletê xwe hez dikir. Gelek skeçên, lîstikên xweş li dû xwe hîştin.
Bavê Teyar şehîdê kurd û Kurdistanê ye. Ji bo welatê xwe
biparêze bi namerdî hat kuştin. Berî birîndar bibe got, em ji tank û topên we natirsin, emê nerevin, emê welatê xwe biparêzin.
Dewleta faşîst guh neda xelkê sivîl, bombebaranên xwe dimomandin û bûn qatilê Bavê Teyar...
Di êrîşê da ne tenê Bavê Teyar, 10 kesên din jî hatin kuştin, gelek birîndar jî hene. Ev çend roj in Tirkiye bi dronera li derdora Baraja Tişrîn xelkê sivîl bombebaran dike. Gelek însan kuştin.
Bira serê malbatê û gelê kurd sax be.
Bavê Teyar ewê tim di
dilê me da bijî. Emê vê barbarîya dewleta tirk a faşîst jî tu carî ji bîr
nekin.
Bavê Teyar, bi pêkenokên xwe te bi salan em kenandin, lê me nikanîbû tu ji êrîşa hovan biparasta. Bavê Teyar, me efû bike...
XXX
Xortanî jî, extîyarî(kal û pîrîtî)jî di jiyanê da carê tenê
dibe nesîbê meriv. Herdu jî du demsalên jiyanê yên ji hev gelkî cuda ne.
Di xortaniyê da meriv pir bonkêr e, bolviriyê dike, qedir û
qîmeta xortaniyê nizane, wek perê hûr xerc dike.
Lê gava sal diqulibin, meriv ji hukim û hêl da dikeve, dibe komek hestî, meriv hesreta salên xortaniyê dikşîne, ji xwe ra dibêje xwezî ev aqilê nuha di xortaniyê da jî bi min ra hebûya.
Lê umrê çûye bi paşda nayê, ya baş meriv dev ji nostaljiyê,
hesretkêşiya xortaniyê berde û heqê êxtîyariyê bidê, demsala dawî, payiza umrê
xwe xweş bijî.
Payiz demsaleke rengîn e, bi rengên xwe, bi mêweyên xwe
demsaleka xweş e.
XXX
Dibê em sebra xwe û hêviya xwe tu carî ji dest nedin.
Xwediyê sebrê dibe Mîrê Misrê. Hin kar bi lezê, bi ecelê nabin, jê ra sebir
lazim e. Tiştên xweş li dû sebrê tê.
Me pir pa, me pir kişand ezîyet û cefa. Ev rast e. Ev ji ber mezinbûn adoza me ye. Em dikin dewletekê, bihuşta Rojhilat ava bikin.
Çar dewlet li me hatine hev. Lema karê me zor e, jê ra xebat û sebir û cesûrî lazim e.
Gere em daxwaza xwe ya azadîyê, serxwebûnê bi mêranî, eşkere ji dinyayê ra
bibêjin.
Û tiştê muhîm jî neyartiya hev nekin, kêmasî û şaşiyên hev bi zimanekî maqûl ji hev ra bibêjin. Zimanê şîrîn mar qulê dertîne.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar