Însîyatîfa Alimên Kurdistanê bi nameyekê banga tifaqê, hevkariyê li serokên kurd ên her çar perçên Kurdistanê kir.
Însîyatîfa Alimên Kurdistanê, di nama xwe da xîtabî serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî, serokê YNK´ê Bafil Talabanî û serokên PYD´ê, ENKS´ê dike, dibêje gerek serokên kurd di vê dema tarîxî da bi tifaq bin û alîkariya hev bikin.
Bêtifaqî dostên me ji me sar dike. Gerek hûn alîkariya kurdên Kurdistana Rojava bikin.
Însîyatîfeke pir hêja ye, daxwazên ji serokan tê kirin hemû rast in, di cî da ne û dibê werin kirin. Tifaq serketin e, bêtifaqî têkçûn û malwêranî ye.
Serokno, heger hûn dixwazin miletê we ji bindestiyê rizgar bibe, bibe xwedî dewleteke netewî dibê hûn li hev bin, bi tifaq bin û alîkarîya hev bikin.
Hêvî dikim muhatabên nameyê guh bidin alimên me û giş wek nûnerên miletê kurd li
Kurdistana Rojava bi hev ra mafê gelê xwe biparêzin.
Banga Însîyatîfa Meleyên Kurdistanê.
XXX
Ji me kurdan ra li Rojavayê Kurdistanê fersendek peyda bûye.
Dibê em vê fersanda tarîxî ji dest xwe bernedin, miheqeq jê sûdê, fêdê bigirin.
”Fersend dişibin ewrên havînê”, zû belav dibin.
Dibê serokên kurdan viya baş bizanibin, ji daxwaza
federasyonên daneyên xwar.
XXX
-Merivê nezan dişibe defa cengê/herbê, dengê wê pir e,
hundurê wê vala ye.
Sadî Şîrazî
-Tenê rindek, başek heye, ew jî zanîn e û tenê xerabek heye,
ew jî cehalet e.
Sokrates
Li merivên zana guhdarî bikin, ji merivên cahil hevza xwe
bikin.
XXX
Donald Trump di axaftina xwe da dîsa agir bera erdê da ye,
gotiye ewê herba cîhanê ya sisiya çênebe. Heger ew serok ba Îranê îflas kiriba
û nikanîba alîkariya Hamasê û Hizbullahê bikra. Û gotiye ew ji Tîktokê hez
dike, ewê Tîtokê serbest bike.
Ev mêrik megalomanekî profs e, pir xweş li hev tîne.
Serbestkirina Tîktokê temam, tu kanî bikî.
Lê mesela Îranê ne dereng e, heger ne derew e wa ye tu hat ser hukim, de tu mêr î Îranê bibe îflasê, em jî viya dixwazin, me jê xelas bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar