Di gera me ya îro da min ji xanimê pirsî, min got:
-Xanim, ma îşev şîva me ewê çi be?
Hinkenî fikirî, got:
-Wele ez dibêjim bira îşev kezeb be.
Kêfa min hat. Çimkî ez him ji kezebê hez dikim, him jî hostê çêkirina wê me.
Dera ez lê bim xanim destê xwe nade kezebê. Jixwe nizane çêke.
-Tu zanî ji zûda ye me kezeb nexwariye, dixwaze em îşev
kezebê çêkin.
Dema dibêje ”em”, qesta wê ez im, dibêje îşev kezebê çêke.
Ez kezeba arnawid cara çênakim, ez kezeba kurdî çêdikim. Kezeba bi simaq, îsot,
kîmyon, tûj.
Helbet zeleteyê pîvaza bi simaq jî tim li ber e.
Ez serê we neêşînim, piştî me meşa xwe qedand, em dageriyan marketa herêma me.
Xortekî
kurdê Konyayê li beşa goşt dixebite, nabêna me baş e. Min jê kezeba berx xwest.
Li derve tunebû.
Camêr çû hundur, 700 gram kezebek pir baş, bêtamar, paqij
anî. Min got wele heger tu betanê ser wê jêkî ezê sipasdarê te bim. Camêr qedrê min girt, got ser çavê min, betan
jêkir û da min.
Em hatin mal. Min kezeba xwe çê kir. Di ber ra jî min li mersîma Donald
Trump temaşe dikir.
Tam li gorî dilê min çêbû. Min zeleteyekî pîvazê bi simaq jî da ber. Xanimê jî pir eciband.
Lê pir bû, me neqedand, emê sibe jî bixun. Ji bo em qelew nebin, zik li me nebe
teyşt em hindik dixun. Hindik rindik…
Dibêjin kezeb, masî baş e, meriv mehê du sê caran bixwe ji siheta meriv ra baş
e. Masî em heftê du caran dixun. Kezebê carnan em ji bîr dikin.
Lê
em hewil didin sîstema menuya xwe xera nekin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar