20 januari 2025

Serweta ji bavê min ji min ra maye


Ev çend meh in ez li bende hatina seeta xwe ya yadîgara bavê xwe me. Ji bo tamîrê min bi birayê xwe Fûad ra şandibû.

Seîko 5 e. Seetek kevn e. Yadîgara bavê min ê rahmetî ye. Û serweta ji wî ji min ra maye.

Rojê çend deqa li dû dima. Salek berê li Stockholmê ji bo tamîrê min bir ser seetçî, 3 hezar kron, li dora 300 dolarî ji min xwest. Seet bi xwe 50 dolarî jî nake.

Nuhê wê bi wî bihayî ye. Seetçî got, tu ji xwe ra yeka nuh bikirî baştir e.
Min got ez zanim, ji bo ku ji bavê min maye, dixwazim têxim destê xwe.

Ji bo ku yadîgara bavê min ê rahmetîye, min dixwest tahmîr bikim û têxim destê xwe.

Salê çûnî dema birayê min Fûad hat vir, min pê ra şand, ji bo ku ji min ra tahmîr bike.

Ev çend meh in li ba wî bû. Kesê pê ra bişanda nedît, bi postê şand. Mala wî ava be, qayiçeke xweşik jî xistiyê.

Ez ditirsiyam di postê da wenda bibe. Axirê wenda nebû, îro bi silametî, sipsaxlem gihîşt destê min.

Ez pir kêfxweş bûm. Seet bi xwe ne seeteke biha ye, lê di warê manewî da ji min pir bi qîmet e. 

Serweta ji bavê minê rahmetî ji min ra maye. Lema dixwazim heta ez sax bim di destê min da be. Dûra jî ezê teslîmî zarokan bikim. Çi dikin ew û ûjdanê xwe.

Em 5 bira û du xweh in. Serweta ji bavê me ji me ra maye ev seeta Seîko 5 û gustîleke zêrîn e. Bêyî vê seetê gustîlê tiştek ji me ra nehîşt.

Lê navê li dû xwe ji me ra hîşt serweta herî mezin e. Gava li Wêranşarê em dibêjin em zarokên Bûboyê Xamo ne, di cî da her kes bi başî, bi hurmeteke mezin qala wî dike û hurmetê nîşanî me dide. Ev jî serweteke. Her tişt ne pere ye, navekî baş ji serweteke mezin û nemir e.

Di sala 2001´ê da diya min a rahmetî dema hat vir, seet û gustîl bi xwe ra anîbû, da min. Bavê min salek berê wefat kiribû.

Ji wê rojê da ye gustîl di tiliya min da ye. Seet jî min dikir destê xwe, lê di van salên dawî da paşda dima, jê ra tahmîr lazim bû. Çimkî 60-70 sal kevn e, otomatîk e, bêpîl dixebite. Ez ji forma wê jî, ji rengê wê jî hez dikim.

Diya min seet û gustîl da min, lê esas heqê xweh û birayên min ên din jî tê heye.

Çimî serweta ji bavê me maye nebe ji min tenê ra be, dibê me li hev par bikira.

Ew jî hinekî zor e, em 5 bira û du xweh bûn. Xweha me Cemîle çû rahmet. Em mane pênc bira û xwehek. Min heta nuha para wan nedaye. Hêvî dikim heqê xwe li min helal bikin.

Bi xêr rojekê em werin ba hev, ezê vê helaliyê ji wan bixwazim.

Axir çi be jî heta nuha min heqê wan neda, gustîl û seeta Seîko 5 ma ji min ra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar