21 januari 2025

TU YÊ NAS NEKÎ

Du roj berê di Facebokê da ez rastî vê şiîra(helbesta)tirkî hatim. Kêfa min pir jê ra hat. Bi baweriya min şiîreke pir xweş e. Min wergerand kurmancî.

Di binê şiîrê da navê Vladimir Volegov hebû. Û wek wergerê ji rûsî jî navê Ezîz Nesîn li binî bû.
Wergerê wê bi rastî Ezîz Nesîn e, ne Ezîz Nesîn e, Ezîz Nesîn bi rûsî zanîbû, nizanîbû ez nizanim.

Di Googlê da ez li navê Vladimir Volegov gerîyam, ne wek şair, wek resam, resamê portre derket pêş min.

Yanî Vladimir Volegovê di Googlê da min dît ne şair e, resam e, di sala 1957´a da hatiye dinê û hîn sax e.

Îcar şiîr ya wî ye, ne ya wî ye ez nizanim. Belkî ya yekî din be. Axir ya kê be, kê ji rûsî wergerandibe jî min wergerand kurmancî.
Bi baweriya min şiîreke xweş e, min xwest bi kurmancî jî hebe.

TU YÊ NAS NEKÎ

Di wan wextên ez tune me

Ewrek ewê tim bi te ra be
siya wî tim li ser te be
ew ewr ez im
tu yê nas nekî
Bayek ewê dawa te bi ber bê xîne
porê te gijomijo bike
destekî te ewê li ser dawa te be
destekî te ewê li ser porê te be
ew ba ez im
tu yê nas nekî
Di wexteke şevê da
di nav nivîna xwe da
tu yê geh bi vî alî da
geh bi wî alî da bor bî
tu ne raketîye, ne şiyar î
ew xewn ez im
tu yê nas nekî
Dema tu tik û tenê yî
tu yê bipeyive bi yekî tune ra
tu yê li dû hev rêz bikî tiştên tu nikanî bibêjî
ji yên guhdar yek ez im
tu yê nas nekî

Tu yê janekê his bikî
bi wext û bêwext
bêyî ku tu bizanibî dera jan dide ku der e
ew jan ez im
tu yê nas nekî

Vladimir Volegov
Wergera ji tirkî: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar