Tirkiye êrîşên ser Kobanê nasekinîne. Îro dîsa êrîş kiriye. Do 12 kes kuştin. Îro jî çend kes kuştine û birîndar kirine.
Meriv ji qahra tirkan dihele, her roj kêlek xwê dixwe.
Em êrîşan protesto dikin, rexne din, dikin gazî û hawar lê mêrikan nasekinin.
Çimkî mêrikan di êrîşnên xwe da zirarekê nabînin. Rojê çend kurdan nekujin êdî rehet nakin, xewa wan nayê.
Heta Kurdistan çênebe, heta kurd weke wan nebin xwedî artêşeke mezin, nebin xweedî tank, top, balafir, drone tirk bela xwe ji me venakin.
Çimkî ji ber êrîş û qetlîamên xwe bedelekî nadin; çimkî em nikanin heyfa xwe ji wan bigrin.
Çimkî ji me natirsin. Tirs newala êqil e, heger tirk ji me bitirsiyana ewê baqiltir hereket bikirana, ewê hewqasî bêperwe hereket nekirina...
Gava dijminê te bizanibe tu nikanî heyfa xwe jê bigire ewê bêtir biazire, bêtir ji te bikuje. Tirk jî wer dikin.
Kurdên hîn jî hevalên vê hukûmetê ne merivên pir xerab in, ji faşîstên tirk jî xerabtir in. Dibê meriv bi vî çavî li wan binêre.
XXX
Dewleta tirkan dest danî ser Belediya Sêrtê jî. Tayinkirina
qeyûman ser beledîyên kurdan zorbatîyeke kolonyalîstiyê, dagirkeriyê ye.
Dewleta tirkan ji kurdan ra dibêjin me welatê we dagir kiriye,em qebûl nakin hûn xwe îdare bikin. Em îradeya we, rayên we,nûnerên we qebûl nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar