30 januari 2025

Edaleta hakimê alman

Bûyer di sala 1506´a da li Frankfurtê qewimîye.

Rojekê bazirganek(tacirek) 800 lonceyên xwe wenda dike. Lonce, navê perê wê demê bûye.
Necarekî dilpak çentê tucêr yê tije pere li erdê dibîne. Necar merivekî dilpak û rastgo bûye. Çenteyê dije pere dibe mal, ji kesî ra nabêje min hewqas pere li erdê dîtiye. Dest nade pera, dixwaze miheqeq xwedî bibîne û perê wî bidê.

800 Lonca wê demê perakî pir bûye. Wê demê bi 40 lonceyî meriv kanîbû hespeka baş (mihîneka baş)bikiriya.
Lê mêrik dîsa jî timayê nake, dixwaze xwediyê pera bibîne.
Rojekê diçe dêrê. Keşe di weiza xwe da dibêje bazirganekî li Frankfurtê 800 lonceyê xwe wenda kiriye. Yê pere dîtibe ewê bi 100 lonceyî were xelatkirin.
Necar dibêjê min pere dîtiye, diçe malê çente tîne, teslîmî keşe dike.
Bazirgan tê çentê xwe yê pera digre, dijmêre. 5 lonceyî dirêjî necêr dike, dibêje ez 100 lonceyî nadim, perê min kêm e.   
Necar 5 lonceyê tucêr qebûl nake, dibêje te soza 100 lonceyî dabû, dibê tu soza xwe bînî cî, 100 lonceyî bidî min.
Bazirgan dibêje min hesab kir, di cuzdanê min da ne 800 lonce, 900 lonce hebû. Te 100 lonce jê dizîye. Lema jî ez 100 lonceyî nadim.
Keşe dikeve nabênê, dibêje ez necêr baş nas dikim, ew tu carî tiştekî wiha nake.
Bazirgan qebûl nake, dibêje na, perê min 900 lonce bû, necêr 100 lonce jê dizîye, lema ez 100 lonceyî nadimê.
Dikevin gewrîya hev, minaqaşe mezin dibe.
Keşe bala xwe didê ewê nikanibe meselê çareser bike, radibe tucêr û necêr dibe Mahkima Frankfurtê.
Hakim îfadeyên wan digire, herdu jî bi sond û qesem ya xwe dibêje. Hakim dozê dide destpêkirin. Încîlê tîne dide ber bazirgên(têcir), dibêje destê xwe li Încîlê xîne, bi Încîlê sond bixwe, ku te 900 lonce wenda kiriye.
Bazirganê çikûs, bêyî ku dudiliyê bike destê xwe li Încîlê dixîne, dibêje bi vê Încîlê min 900 lonce wenda kiriye.
Hakim dûra eynî sondê bi necêr jî dide xwarin, dibêje dibê tu jî sond bixwî, te 800 lonce dîtiye.
Necar jî destê xwe li Încîlê dixîne, dibêje, bi vê Încîla miqedes min ne 900 lonce, min 800 lonce li erdê dît.
Mahkime diqede. Hakim nabênê dide dozê. Her kes bi meraq li bende biryara hakim dimîne.
Hakim biryara xwe eşkere dike, dibêje:
-Her tişt eşkere û zela e. Necêr 800 lonce li erdî dîtiye, têcir jî 900 lonce wenda kiriye. Lema çenteyê necêr li erdê dîtiye ne yê têcir e. Û ji bo ku xwediyê çente derneketiye, çente yê necêr e. Nabe meriv perê yekî din bide têcir.
Bazirgan(tacir) kane gerra li 900 lonceyê xwe bidomîne, heta perê xwe dibîne.

Ders û ibreta meriv ji vê bûyerê bigire: Bazirgan ji ber çikûsiya xwe naxwaze heqê necarekî dilpak bide, hakim viya ferq dike û bazirganê çikûs pir giran ceza dike û ev bûyer jî derbasî tarîxê dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar