-Heta tu dijî tu yê bibêjî, ”min însan qet nas nekirine”.
Ji bîr meke!
Dema berjewendî xuya dibin,
rû, gewz diguherin.
Dema rû diguherin,
rastiya dil jî pê ra diguhere.
Dema rastiya dil diguhere,
gotin jî diguhere.
Ne hewce ye meriv bi seraf be.
Berjewendî eyarê her kesî derdixe ortê.
Heger ne ev berjewendiya pîs, rezîl bûya ma hewqas kurd dibûn hevalên dijmin û dagirkerên welatê xwe.
Pere meydanê li meriv dike fere, carnan jî kumê bênamûsiyê dide serê mere.
XXX
Yekî gotiye, ”her kes hesinkerê bextewariya xwe ye.”
Gotineke pir xweş û rast e. Çêkiro bi xwe kiro, xerab kiro
bi xwe kiro.
Seydayê Ehmedê Xanî jî di şiîreka xwe da gotiye, "Vî
zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye.”
Dijminên me nehîştin mîmarên me dîwarê xwe biqedînin. Ev kar
maye ji me ra, dibê em vî dawîrî biqedînin.
Dibê em dewleta xwe ava bikin, dibê em zimanê xwe ji mirinê
xelas bikin. Kes ji me ra vî karî nake, dibê em bikin.
XXX
-Jiyan wek kitêbekê ye,
hin beşên wê xemgînî ye,
hin beş bextewarî,
hin beş jî bi heyecan in.
Lê heger hûn rûpelê qet nequlibînin
hûnê nizanibin di rûpela din da çi hebû û ewê çi bida we.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar