Îslamîstan do bi şev Salwan Momikayê çend caran Quran şewitand li Swêd, li bajarê Sodertalje, li herêma Hovsjo di mala wî da kuştin. Salwan Momîka xiristîyanekî ji Îraqê bû, li dijî Îslamê bû.
Kuştin di dema weşana zindî a Tîk-Tokê da bû.
Medya Swêd dibêje dema derketiye balkonê cixarê bikşîne hatiye gulebaran kirin. Berra serê wî dane.
Piştî kuştinê 5 kes hatin girtin. Dudu 60 salî ne, yek 45
salî ye, yekî 20 salî ye.
Bi îhtîmaleke mezin tirliya Îranê û Îraqê di kuştina di vê cînayetê
da heye. Çimî baş pilan kirine, xwe gîhandine mala wî.
Misilman, îslamîst ji şevê çûnî da ye di medyaya sosyal da qetla Salwan Momîka pîroz dikin.
Kurmê şîrî heta pîrî, gava medenîyet tunbe, barbarîzim, fanatîzim bawerî û îdeolojiya în be weiha dibe. Dibê gerek gerek her kes wek me li îslamê û Quranê û Pêxemberê me binêre. Yê wek me nefikire heqê wî/wê kuştin e.
XXX
Namzeda Dîrektoriya Îstîxbarata Netewî Tulsî Gabbard xanimê
gotiye:
”Li hemberî Esed, Qeddafî ya jî li hemberî dîktatorekî din
tu hezkirineke min tune ye. Ez tenê ji El Qaîdeyê nefret dikim. Sûrîye êdî ji
alî HTŞ´ya baskekî El Qaîdê ye tê kontrolkirin. Serokê vî baskî îslamîstekî,
cîhatçiyekî di 11´ê îlonê da li kolanan dans dikir, ji kuştina gelek leşkerên
amerîkî berpirsiyar e."
Yeka wiha bibe berpirsiyara Îstîxbarata Netewî ya Amerîkayê baş e. Lê Kongresê hîn namzediya wê qebûl nekiriye.
Seyda Goyan: Kî wî kuştibe qenc lê kir. Xwezî çi provakator
hene hemî wisa gihiştiban heqê xwe
Zinarê
Xamo: Seyda
Goyan Min gotineke wiha ji te nedipa. Wê demê tu ferqa te ji qatilan,
ji cîhadçiyên Daîşê, ji El Qaîdeyê tune ye.
Seyda
Goyan: Zinarê
Xamo Ji şewitandina Quranê ji provakasyon û tehrîkkirina mirovan
pêştir çi sûda wî heye?
Mebesta min ez li dijî kesên bêrêzî li pirtûkên dînan
dikin. Îslam, yahûdî, xirîstyan, êzidî...
Kîjan dîn be ferq nake. Diyar e tu
provakatoran diparêzî. Tu baş dizanî ji bo îslamê tişta herê pîroz quran e.
Min
jî vê hizrê ji te ne dikir tê ji bo yekî provakatorekî ereb xwe nerazî bikî tê
vê bêbextîyê li min bikî, min bênî rêza wan qatilan. Çimkî îftîra, bêbextî
dibin sebeba kuştina mirovan.
Tu baş dizanî ev îthama te li min kirî 180 pile
berevajiyê vê îftîraya te li min kirî ye.
Nefreta min ji wan rêxistinên
terorîst re nayê bilêvkirin. Min di astek jor rêz ji te re digirt.
Lê te avek
cemidî di wê hizrên min ên der barê te de digirt reşand
Zinarê Xam: Seyda Goyan Te kuştin wî parastiye, te gotiye,
”kê ew kuştibe qenc lê kir. Xwezî çi provakator hene hemî wisa gihiştiban heqê
xwe.”
Ev dîtineke pir ekstrem e, dîtina merivên cîhadîst in. Rastdîtina, parastina
her merivê provakator dîtineke pir şaş û talûke ye, ya cîhadîstan e.
Min di çend nivîsên xwe da kirinên Salwan Momîka rast nedîtiye, rexne kiriye.
Ez bi xwe tiştekî wiha nakim, şaş dibînim.
Lê kuştina yê tiştekî wi dike jî rast nabînim. Min ew gotiye.
Gelekan jî Încî şewitandin.
Lê xiristiyanan ew kes nekuştin û wek te negotin dibê meriv wan bikuje.
Bi wan keniyan, gotin dîn in, merivên bêhiş in.
Însan kanin dîn bin, karê şaş bikin, provakator bin. Qanûn hene, dibê li gorî
qanûnan werin cezakirin. Ne ku meriv her kesê dîn, provakator bikuje û kuştina
wî rast bibîne.
Komunîst, ataîst Îslamê, Quranê, Pêxember red dikin, baweriya bi van tiştan
berradayî dibînin.
Wê çaxê dibê giş werin kuştin.
Jixwe Daîş, El Qaîde kesên ne wek xwe dikujin. Dibê meriv li dijî vê be.
Tu fikrê şaş, tu provakasyon kuştinê heq nake. Parastina tiştekî wiha ne karê
merivên medenî ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar