Feydeyên kitêbxwendinê pir in, bi jimar nayê. Xwendin ji bo meju wek antramanê ye. Hesin nexebite zengarê dibe, meju nexebite, neweste pûç dibe, zeîf dibe.
Xwendin him zanîna meriv zêde dike, him jî zimanê meriv bi pêş dixîne, dewlemend dike.
Heger hûn rojê 25 rûpelan bixwînin,
mehê dike 750 rûpel. Ev jî teqrîben dike 3-4 kitêb. Salê dike 9000 rûpel. 9000
rûpel dike 40-50 kitêb. Piştî salekê hûnê di xwe da guherînekê hîs bikin. Tu êdî ne merivên berê bin.
Heger hûn bawer nakin hema mehekê biceribînin. Heger we guherîn hîs nekir, tu perê we lê neçûye, dev ji xwendinê berdin.
Riya herî baş, herî bi feyde û bêzirar meriv nebe xwediyê tu fikreke sabit, nebe mirîdê tu fikrê, tu îdeolojiyê, tu partiyê, tu serokî; ji her fikrê ra vekirî be, xwedî tolerans be.
Ji bo ku piraniya misilman xwedî fikreke sabit in, li gorî wan ew tenê rast in, bêyî dînê wan, bêyî kitêba wan hemû dîn şaş in, loma hewqasî êrîşkar û bêtolerans in.
Lema hewqasî paşdamayî ne.
Dibê kurd, îslamîstên kurd ne wek yên ereb, faris û tirkan bin; ew fanatîk in.
Ev fanatîzma wan ew bi paşda hîştine, ji pêşketinê, ji medenîyetê, ji demokrasîyê, ji edaletê û wekheviyê dûr xistine, kirine civatên sedsala navîn. Ew kirine miletên fanatîk, miletê birçî, her kes hevza xwe ji misilmanan dike.
Misilman li her welatê pêşketî problem in, întegre nabin, zarokên wan dikevin riyê krîmînel û xerab. Dibê em kurd wek ereb, tirk, farisan ne dîndarên fanatîk bin. Feydeya me ne di fanatîzma îslamyetê, di demokrasiyê da heye. Lema jî dibê berê me li Xerbê be...
XXX
Jean-Paul Sartre gotiye, ”di nabêna du bajaran da me, yek
min nizane, yê din jî êdî min nas nake.”
Ez jî eynî tiştî his dikim.Mame di nabêna du welatan da, jê
yek min qebûl nake, yek jî xwe ez xwe lê azad his nakim, dîtina hêzên dagirker,
sembolên wan min difetisîne.
Mame di nabêna du bajaran da, yek jê dixwaze xwe ji min
xelas bike, yek jî ez ji bîr kirime, tew min nas nake.
Ez nizanim ez aîdî kîjan welatî, kîjan bajarî me?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar