31 januari 2025

Hin însan pir çavnebar in û hedê xwe nizanin

Hedekî her tiştî heye, yê însên jî. Dibê meriv hedê xwe bizanibe. Lê gelek însan hedê xwe nizanin.
Pisik hedê xwe zane, kûçik nizane.
Gava zikê pisikê têr dibe tu xwarina herî xweş bidê jî naxwe. Çimkî pisik hedê xwe yê xwarinê zane, ji wiya derbas nabe, dibêje bes e, min têr xwariye. Hezkirina zêde jî qebûl neke, gava ji hezkirinê têr dibe, ji ba te dide rê dihere.
Kûçik ne wiha ye.Tu ji kûçik çiqasî hez bikî, çiqasî pê şa bibî, çiqasî pê ra bilîzî ji hezkirinê têr nabe. Dibêje hinekî din.

Însan pir dişibin kûçik, çavê însanan ji tiştekî bar nabe. Gelek însan jî hedê xwe nizanin. Çiyê wî hebe jî hinekî din dixwaze.
Bi milyaran pere, bi sedan qesir û qonaxên wî, bi tonan zêrên wî hebe jî çav bar nabe, dixwaze hinekî din lê zêde bike.
Welatê wî çiqasî mezin be jî çavê wî dîsa jî di welatê xelkê da ye, dîsa jî dixwaze bi darê zorê welatê xelkê jê bistîne.

Ji bo vê yekê qetlîaman dike, bi sedhezaran, bi milyonan însan bi çolan dixîne, perîşan dike.
Çimkî hedê xwe nizane, çimkî çav bar nabe.
Rûsya welatê dinyayê yê herî mezin e, lê dîsa jî çavê Pûtîn bar nebû, xwest hinek erdê din ji Ûkranyayê bistîne.
Rûsan û Ûkranîyan sê sal in mal hev şewitandin, Ûkranya û Rûsya wêran kirin. Sebebê vê malwêraniya mezin Pûtîn e, rûs in. Hedê xwe derbas kirin, çavnebarî kirin, hinek erdê din xwestin.

Serokê Tirkiyê Erdogan û Bahçelî jî wek Pûtîn hedê xwe nizanin, çavnebar in, Kurdistana Bakur dagir kirine, 20-30 milyon kurd kirine bindest çavên wan bar nabe, dixwazin Kurdistana Başûr û Rojhilat jî lê zêde bikin; dixwazin Helebê, Idlibê û hin bajarên din jî bigrin.
Ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe her barbariyê, her zulmê dikin.
Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî dagir kirine çavên wan bar nabe, dixwazin tevahiya Kurdistana Rojava dagir bikin.
Dixwazin 3 milyon kurd ji Kurdistana Rojava derxin. Ji bo vê her roj bombeyên jahrî bi ser serên kurdan da dibarînin.
Dibê însan hewqasî ne çavnebar, çavbirçî be û hewqasî ji hedê xwe dernekeve.
Lê bi gotinê însan baqil nabin û dev ji van çavnebariyên xwe bernadin. Tenê zor kane însên bisekinîne. Ew jî dibe sebebê malwêraniyên mezin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar