Sosyolog Mucahîd Bîlîcî xoce li ser têkiliyên kurd û tirkan, dibê kurd çi bikin, ji bo azadiyê kîjan riyê hilbijêrin gotiye, ”ji bo kurdan opsîyana herî baş Tirkîye ye. Amerîka nikane kurdan xelas bike. Îsraîl nikane kurdan xelas bike…”
Amerîka bixwaze kane kurdan xelas bike, lê bike neke ew tiştekî din e. Ne parastina Amerîkayê bûya tirkan ji zûda Kurdistana Rojava giş dagir kiribûn.
Opsîyon, yanî ji bo kurdan alternatîfa, îmkana, fersenda herî baş Tirkiye ye, entegrasyona bi Tirkiyê
ra pêşnîyarî kurdan dike.
Serxwebûna kurdan wek mafekî xwezayî ji alî alimekî dibê tim were gotin. Lê ew qala vî mafê kurdan nake, dibê entegrasyona herî baş, bêzirar bi Tirkiyê ra ye.
Ji bo ku meriv bibêje ji bo kurdan opsîyona herî baş Tirkiye ye dibê merv tirkan, fikrê wan ê di heqê kurdan da qet nizanibe.
Kurdan her tim xwestiye tirk bi rehetî mafên wan bidin û ji bo vê yekê jî gelek rê ceribandine.
Lê tirk di nedana mafên kurdan da israr dikin, qebûl nakin kurd jî wek wan bibin xwediyê eynî mafan.
Tirk carê hebûna kurdan wek milet qebûl nakin, perwerdeye bi kurdî qebûl nakin.
Tirk dixwazin demografiya Kurdistana Bakur, Başûr û Rojava biguherînin, Kurdistanê ji kurdan vala bikin, kurdan wek milet bihelînin.
Ji bo wê ye her roj Kurdistana Rojava bombebaran dikin. Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirin û di xwazin tevayiya Kurdistana Rojava ji kurdan bistînin.
Bi sedhezaran erebên cîhadîst li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi cî kirin.
Yanî opsîyona Mucahît Bîlîcî xoce pêşnîyarî me dike hebûna kurdan, zimanê kurdan, navê welatê kurdan qebûl nake, dixwaze kurdan bihelîne.
Çimkî hebûna kurdan ji bo ”beka” xwe talûke dibîne. Serok û siyasetmedarên tirk dibêjin heger Kurdistan çêbe hebûna tirkan dikeve talûkê, lema dibê em nehêlin li tu derê Kurdistan çêbibe.
Îcar kurd ewê çi fêdeyê ji vê opsîyona Mucahîd coce pêşniyar dike bibînin.
Mucahîd Bîlîcî xoce berê ne wiha bû, ev demeke pir li têla tirkan dixîne û tiştên pir çewto mewto dibêje, ji tirkan bêtir kurdan neheq dike.
Çandakî berê jî ji rexnekirina tirkan aciz bûbû, gotibû
Xerbê di heqê tirkan da êdî dev şablonên ”cîhadîst, paşverû” filan bêvan berdaye, lê
nasyonalîstên kurd ji bo tirkan hîn wan şablonan bi kar tînin, tirkan wek şeytên
nîşan didin.
Tirkan li Sûriyê û li Kurdistana Rojava bi hezaran cîhadîstên ereb berra bedena
kurdan dana, bi van cîhadîstên hov her roj kurdan didin kuştin, Kurdistanê wêran dikin, Mucahîd xoce viya ji nedî va tê, ji rexnekirina kurdan aciz dibe.
Ji dêlî ew bi xwe ji vê tifaqa tirkan bi cîhadîstan, bi Daîşê, El Qaîdeyê ra rexne bike, xwe ji rexnekirina kurdan aciz dike.
Îro sponsorê herî mezin yê Daîşê, El Qaîdeyê, cîhadîstên dinyayê Tirkiye,
Tirkiye li pişta Hamasê û HTŞ´ê ye. Mucahîd xoce vana zane, lê li hemberî
Tirkiyê, cepheya Erdogan-Bahçelî dîsa jî bi tolerenas e.
Mucahîd Bîlîcî xoce, ev
demeke sûcê diz, qatil, êrîşkaran ji nedîva tê, kurdan rexne dike, qala kêmasî
û şaşiyên kurdan dike.
Heyran, Tirkiyê çi daye kurdan, kurdan çi red kiriye?
Xwezî tirkan bi rehetî mafê kurdan bida, lê nadin û nahêlin li dereke din jî kurd rehet bikin, azad bibin.
Sûcê dagirkeran, êrîşkaran ji nedîva neyê, wan rexne bike, guherînê ji wan
bixwaze. Kurd nikanin tirkan biguherînin, dibê ew xwe biguherînin, ew werin ser
riya rast.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar