Hin kes, bi taybetî jî hin kesên îslamî tiştê ji filisîtniyan ra dixwazin ji miletê xwe ra naxwazin. Ji filistîniyan ra dewletê dixwazin, lê ji bo miletê xwe qet qala tiştekî wiha nakin; fena ku daxwazeke wiha sûc be, qebhet be.
Îsraîl dixin binê erdê, ji filistîniyan ra dewleteke serbixwe dixwazin, lê gava mesele tê ser Tirkiyê zimanê wan li hev digobile, tu dibê belkî kulîyan zimanê wan xwariye, retorîka wan a li hemberî tirkan ji bin da giguhere, zimanekî pir nazik, hurmetkar bi kar tînin, tiştekî naxwazin.
Qet qala neheqî û dagirkeriya Tirkiyê nakin, nabêjin serxwebûn heqê kurda ye, dibê tirk vî mafê kurdan bidin. Qala hin daxwaz maxwazên biçûk dikin. Fena ku kurd mahcir bin û dibê tirk hin mafên kulturî bidin wan.Ji bo filistîniyan dibêjin çareseriyeke mayinde çêbûna dewleta filistîn e, lê ntegrasyonê, guherandina Tikriyê, demokratîkkirina Tirkiyê pêşniyarî kurdan dikin.
Rexneyên li Îsraîl digrin tu carî li Tirkiyê nagirin, tiştê ji bo filistîniyan
ji Îsraîl dixwazin tu carî ji kurdan ji Tikriyê naxwazin.
Yanî li hemberî tirkan tim xwe otosansur dikin, fena ku Tirkiye li Kurdistanê
ne dewleteke dagirker be, Kurdistan welatê wan be, lê hin neheqiyan li kurdan
dikin, dibê hinekî bi merhemet bin û kurdan zêde neêşînin.
Fena ku kurd mahcir bin, dibê tirk hin mafên kulturî bidin wan û zimanê wan
serbest bike.
Ev şêla îslamîstên me dubulmoralî ye, bêexlaqî ye. Tiştê hûn ji bo filistîniyan
heq dibînin dibê hûn ji bo gelê xwe jî heq bibînin û bixwazin. Tirk vî heqê me
didin nadin tiştekî din e, dibê meriv bibêje.
Kurd ne mahcirên ji derva hatine, yên ji derva hatine, yên mahcirên vê axê ne
tirk in.
Yên welatê me dagir kirine ew in. Em nuha bi wan nikanin, em nikanin wan ji welatê xwe derxin ev tiştekî din e.
Lê ji bo ku ew xurt in nayê maneye merivê
rastiyê nebêje, xwe sansur bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar