Mêrik cara pêşî bû hatibû Amedê. Bi meraqdarî li nava Sûrê, bajarê kevn digeriye.
Li ber deriyê Mizgefta Mezin parsekekî kûr(kor) bala wî kişand. Sedeqeyek dayê
û gera xwe dewam kir.
Roja din gava ji wir derbas bû, bala xwe dayê parsekê do dîsa li wî ciyê xwe
ye, lê vê carê ne kor e, kût e. Matmayî ma lê jê ra tiştek negot.
Mêrik êdî xwe ranegit, çû balê, jê ra got:
-Birayê ezîz, tu rojê dibî yekî din. Du roj berê tu kor bû, do tu kût bû. Îro jî tu kerr û lal î. Ma ev çi îş e, çi mesele ye ?
Yê parsek di bin çavan ra bala xwe dayê, hinekî mizicî, got:
-Jiyan wiha ye begê min. Însan nuhbûnê, guherînê dixwzin. Li vî bajarî tu xwe nuh nekî di tu karî da tu nikanî bi ser kevî. Guherîn, nuhbûn şert e.
Camêr wek fîlozofan peyivîye. Rast e, tu tişt tim wek xwe namîne. Însan jî diguherin û guherînê dixwazin.
Mesela meriv bi aqilê berê, bi fikrên 40-50 sal berê, bi metod û hawên berê êdî nikane siyasetê bike. Yên bikin bi ser nakevin, bi çend kalên pirpirî ra li dora hev diherin û tên. Lê tim kêm dibin, zêde nabin.
Dinya diguhere, şert diguherin, wasîteyên xebatê, şiklê dan û stendina însanan diguherin, bi vê guherînê ra însan jî, nirx û pîvanên însananjî, kultur jî diguhere.
Yên nikanibin întîbaqî vê pêşketinê, vê guherînê, van şertên nuh bikin hêdî hêdî dihelin, dibin parantêzên tarîxa siyasî.
Teyrên, lawirên nikanîbûn întîbaqî şertên xwezayê yên nuh bikin qir bûn.
Di tîcaretê da jî, di siyasetê da jî rewş eynî ye, dibê meriv li pey guherînan nemîne, xwe nuh bike, siyaseteke li gorî şertên nuh bimeşîne. Ew jî zor e, her kes ji heq dernayê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar