Nuha keç û xortên kurdên bi lehçeya zazakî dinivîsin pir bûne. Êdî bi hezaran însan kanin bi zazakî bixwînin û binivîsin.
Lêkolînan dikin, rojname û kovaran derdixin, kitêban, romanan dinivîsin.
Fêrbûna nivîsîna bi zazakî êdî pir rehet bûye. Çimkî berhem, materyal pir in.
Berî sala 1980´î kesê kanîbûya bi zazakî binivîsîne tunebû. Pêşengê nivîsandina
zazakî Malmîsanij(Dr. Mehmet Tayfûn) e.
Dibê kurdên zaza vê rastiyê baş bizanibin.
Wî nivîsîna zazakî bi pêş xist, belav kir û fêrî gelek kesan kir.
Nuha gelek keç û xortên zaza li ser sifra hazir rûniştine, Înternet, medyaya sosyal, cîhana dijîtal, bi hezaran materyal li ber destên wan in, fêrbûn, bidestxistana materyalan pir rehet bûye. 45 sal berê ne wiha bû.
Lê berî salên 1980´î û heta salên 1990´î ne wiha bû. Materyal tunebû, kesên zazakî zanîbûn tunebûn.
Heta meriv kane viya hetanî derekê ji bo kurmancî jî bibêje.
Herlbet li gorî zazakî şertên kurmancî baştir bû, Mîr Celadet Bedirxan mîratek baş ji miletê xwe ra li pey xwe hîştibû. Kovara Hawarê, Roja Nû, Ronahî ji me kurmancan ra çavkaniyên hêja bûn, em ji wan fêrî rastnivîsîna kurmancî dibûn.
Lê hew ev berhem bûn,
ew jî li her derê tunebûn, bidestxistna wan kovaran pir zor bû.
Lê rewşa kurdên zaza ji ya me kurmancan zortir û zahmettir bû.
Bêyî Mewlûda Mele Ehmedê Xasî û mewlûda Osman Efendiyê Babij tu materyalên
zazakî tunebû.
Kesên kanîbûna bi zazakî binivîsin jî tunebûn. Malmîsanij fêr
bûbû, çawa fêr bûbû ez nizanim.
Ev herdu mewlûdên zazakî jî wê demê bi herfên erebî bûn, kesî nikanîbû
bixwenda, di sala 1985´a da ji alî Malmîsanij ve transkripsiyonî herfên latînî
bûn.
Yanî latînîzekirina wan jî bi destê Malmîsanij bû, di vir da jî pêşeng
dîsa ew e.
Yanî meriv kane bibêje pîonerê, pêşengê zazakî Malmîsanij e.
Keç û xortên îro bi zazakî kitêban, şiîran, çîrok û romanan dinivîsin, dibê
bizanin pîonerê zazakî Malmîsanij e, wî ji wan ra rê vekir, rê dûz û asfal kir.
Nuha kesên bi zazakî dinivîsin kêf kirine, tê da nalikumin, ew bi rehetî ji vê riyê diçin û tên, li ser wê, li dora
wê didin lotikan, berhemên edebî dinivîsin.
Malmîsanij di sala 1979´a da di kovara TÎRÊJ´ê da dest bi nivîsîna zazakî kir.
Wê demê belkî bêyî wî kesê bikanîbûya bi zazakî binivîsa tunebû. Wî bi tena
serê xwe hemû nivîsên TÎRÊJ´ê yên zazakî hazir dikir. Digeriya, bi xelkê ra
dipeyivî, tiştên folklorîk ji devê zazayan top dikir û di TÎRÊJ´ê da, dûra jî
di rojnameya Armancê da(piştî 1983´a) belav dikir.
Heger wî wê demê ev kar nekira gelek tiştên zazakî yên di TÎRÊJ´ê da hatine
nivîsîn nuha tunebûn; ewê bihatana jibîrkirin û bi wan kesan ra biçûna gorrê.
TÎRÊJ kovareka xurrî kurdî bû, nîvî zazakî, nîvî kurmancî bû. Piştî avabûna Tirkiyê(1923)
cara pêşî bû li Kurdistana Bakur, li Tirkiyê kovarek xurrî bi kurdî(kurmancî-zazakî)
derdiket.
TÎRÊJ, 1979-1980, 4 jimar derket. 3 jimar li Tirkiyê, jimara 4´a jî li
Stockholmê derket. Piştî darbeya leşkerî ya 12´ê îlona 1980´î jimara 4´a li
Stockholmê hat çapkirin. Dûra jî weşana wê dom nebû.
Me got pêşengê zazakî Malmîsanij e, baş e pêşengên kurmancî yên wê demê yên di
Tîrêjê da dinivîsîn kî ne, kî bûn?
Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Mem Ronga, Ahmed Beyîk, M. Alî Çilgin(Mûrad Ciwan)çend kesên di Tîrêjê da bi kurmancî dinivîsîn.
Hin kesên din jî hene, lê ji ber ku bi nasnav, navên ne
rast dinivîsîn ez nizanim kî bûn.
Rojen Barnas berpirsiyarê nivîsên kurmancî, Malmîsanij jî berpirsiyarê nivîsên
zazakî bû.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar