Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu, do çû Amerîkayê. Mîvanê Donald Trump ê Qesra Sipî yê pêşî ewê Netanyahu be.
Ev yek ji alî Donald Trump mesajeke siyasî ya gelkî muhîm e û ji bo Îsraîl jî îspata piştgiriya Amerîkayê ye.
Netanyahu berî li balafirê siwar be, bersîva pirsên rojnamevanan da, got,
”emê bi serokê Amerîkayê Donald Trump ra pir ji nêzîk va bixebitin, ji bo ku em
xerîteya Rojhilata Navîn ji nuh ve çêkin.”
Li ser vê beyana Netanyahu, Tirk ketina panîkek mezin.
Pisporên wan di telewîzyonan da vê gotina Netanyahu şirove
dikin, dibêjin gelo ev tenê forteke, ya jî pilaneka rast e û eceba serî ewê
bigihîje me ya na?
Eyşik e ji xwe bi şik e. Ji tirsa agir ketiye wan. Hêvî dikirin Trump ewê
destûra êrîş û qirkirina kurdan bidin wan, nuha diirsin Trump kumika wan di
xwînê da bihêle û erdên dagir kirine ji wan bistîne.
Weleh em ji guhertina xerîteya Rojhilata Navîn natirsin, belovacî wê em
dixwazin were guhertin.
Çimkî xerîteyên îro ne rast û adil in, çar dewletan welatê me li hev parkirine.
Heger xerîte were guhertin emê welatê xwe paş da bigirin.
Lê tirsa tirkan ne belasebeb e, ditirsin Kurdistana mezin çêbibe û erdê dagir
kirine ewê ji wan werin stendin.
Ev sed sal e ev tirs di dilê wan da ye,
ditirsin rojekê ji erdên dagir kirine werin qewitandin.
Lema gotina Netanyahu tirk baş bizandine. Ez bawer dikim xewa şevan li wan
herimîye.
Mîvanê Donald Trump ê Qesra Sipî yê pêşî ewê Netanyahu be. Netanyahu got, ev
yek jî îspata dostaniya me ye.
Piştî Trump bû bû serok, cara pêşî ye bi serokekî biyanî ra hevdîtinekê dike.
Netanyahu berî bi rêkeve got, ”ev serdan îspata tifaqa Îsraîl û Amerîkayê ye.
Di eynî wextê da hêza dostiya me ya şexsî jî nîşan dide.”
Hevdîna Netanyahu û Trump ewê roja sêşemiyê çêbibe. Netanyahu got, di hevdîtinê
da ji bo Rojhilata Navîn ewê li ser meseleyên girîng rawestin û biryarên muhîm
bigrin.
XXX
DEM partiyê li Stenbolê mitîngek çêkirine. Navê mitîngê kirine, ”ji bo
azadiyê mitînga aştiyê”.
Hevseroka DEM partiyê Tulay Hatimogullarî xanimê gotiye, ”silav li her kesê
sitranên aştiyê diqîrin.”
Heyran, dev ji vê gotina ”aştiyê” maştiyê berdin, navê wê nekin ”mitînga aştiyê, meşa aştiyê”.
Dev ji vê gotina ”aştiyê” berdin, mafên miletê kurd bixwazin, ji bo kurdan hûn çi dixwazin wî
navî li mitîng û meşên xwe kin. Bes bikin ”aştî, aştî”.
Meriv ji dewleteke dagirker, zulimkar ne aşîtiyê, heqê xwe dixwaze. Kurdan tu xerabî bi tirkan nekirine bi wan ra li hev werin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar