Yekî kûr, yekî, kerr, yekî kût gihîştibûn hev, bi hev ra dimeşiyan.
Yê kûr gotiye, ”ez reşekê li hember dibînim.!
Yê kerr gotiye, ”dengek tê guhê min.”
Yê kût gotiye, ” law ka em birevin.”
Merivê kûr tiştekî nabîne, yê kerr tiştekî nabihîze, yê kût jî nikane bazde.
Tiştê nebe nabe, dibê meriv jê nebawer be, bi her derewa tirkan nexape.
Hukûmeta Erdogan û Bahçelî çiqasî xweş bikin, çi demagojiyê li hev bînin jî dibê meriv bizanibe nabe, vir e, ji wan ji kurdan ra tiştekî baş sadir nabe.
Yê elimî ji yê cahnimî xerabtir e. Serokên Tirkiyê xerab in, baş nabin, dibê em viya bizanibin.
XXX
Carnan hesabê mal û çarşiyê li hev dernayê.
Li mal ji hesabdar wetnê ew hesabê xwezane, lê li çarşiyê
hesabê wî şaş dertê.
Erdogan û Devlet Bahçelî û Hakan Fîdan rûniştin, li ser
Evdila Ocalan û Qendîlê hesab li hev ragirtin.
Lê piştî du serdanên Îmraliyê hesabê wan pûç bû, kemîna wan
têk çû.
Ji hev ra çi gotin, li ser çi li hev nekirin, Omer Çelîk
çima got "çûn hatina Îmraliyê êdî paydos" em nizanin. Lê bizin bi
dizî tê nêrî, eşkere dizê. Nuha ewê eşkere bibe çima li hev nekirin, Evdila
Ocalan çima daxuyanîyek neda?
Erdogan, Bahçelî û Fîdan nuha korpoşman rûniştine, hevdu
teselî dikin, ji hev ra dibêjin, îcar nebû bi xêr carek dinê.
Careka din ewê fêlbazîyeke din biceribînin. Fen û fût, karê merivê rût.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar